Kayıtlar

DÎLBERA MIN

Resim
DÎLBERA MIN. Dîlbera min wusa neke  Derd û kulê min veneke  Tu yê pirr li min bigerî Kes wek min jite hiznake Şox û şeng û rinda minî Li nav baxên gula minî Ger li vê dinê ez mirim Vir de şûnda tê bi mînî Dîlber ez û tu gel heva Bin sîberkê li rex heva Ez bi mirim te nebînim  Mê şînbin li kêleka heva  S.Mêrdînî, 26.07.2020

AX LI MİN

Resim
AX LI MİN Ax li min    Wax li min     Pirr giran e       Bar ê min Ka welatê min   Ka bajarê min     Ka gundê min       Ka warê min Ka rindê min   Ka findê min     Par ve kirin e       Welat ê min Ka dostê min   Ka hevalê min     Birine ji xwe re       Gotin nutqê min Dîlbera min   Di dest dijmin     Ez çawa bikim       Sedem pîsê min Neyar ê min   Dijminê min     Derd û kul be       Mala pîsê min Cî û warê min   Stendin ji min     Ji xwe re birin       Milk û malê min Me talan kirin   Me wêran kirin     Me koçber kirin       Ji hev dûr kirin  Li şûn warê min   Qe tine halê min     Xebat nagir in       Van milê min Ka nirxên me   Ka rûmetên me     Dijmin nab in       Bira yên me Evîn darên me   Bav û kalên me     Şer pez e nin       Hemû gelê me Seyda mêrdînî 23//03//2020,

ÇAR BIRA

Resim
ÇAR BIRA!  Çar bira tim digirîn, min pirsî gelo çira Kal û pîrê me kuştin, cîhan lime bû xira Dayika me jî kuştin,  gel bav û xuşk û bira Gotin li we fermane, em tev nizanin çira Ya Reb were rehmetê, em bêkes û bêxwedî Zulm û zora li ser me, li dinyê ti benda nedî Bê derfet û bê çarin  kes li me nabe xwedî Serê yara min jêkirin  vê sosreta kes nedî S Mêrdînî 14.04.2022

WERIN GELHEV

Resim
WERİN GELHEV.!  Hatî dem sala bihar ê  germahî ya roj û tav ê  Me keştî berdaye av ê  ez û yara xwe li nav ê Keştî ya ji darê benavê  çav beleka bejin ziravê Ez kuştim ez helandim  bi nêrîna awirên çav ê Yara min bi berg û xêze  bûye rengê kesk û zer e Rojên  pîroz  bûye nêz e li nav cewher hate der e Kar xezala bi çargavkî sîng  ve  bûye di firî ya Dil gîhaştî ye ber dîber hawir dorê wê gerî ya Min  gote  dilo ez benî li vir ez  mame bi tenê Gote mi were geldîlber  kêfxweş û şah bi kenê Ez yara xwe hezdikim min ew xistî nava dilî Di dilê minde şîn bûye daye  kat  û şax û gûlî Werin gelhev bibin hêz bi nexş û xet û bi xêzê Dest bidin hev bibin rêz em dîlber bikin himêzê S Mêrdînî 28.04.2022

REWŞ XIRABE/

Resim
REWŞ XIRABE. Seydayê bi rêz me rewş xirabe Xayîn bûne pirr çare lê nabe Bin xet û ser xet kirin kebabe Me ji ber ewê ye kêşan ezabe Felek ji bo kurda xayîn û xira Bextê wan reşe nizan im çira Bi navê kurdan komên sîxora Li çar hawir me her wekî gura Gurgebozê tirk wan hovên xidar Li rewşa çepgîr noker anîn xwar Tov ajot û çand bin xet kir hesar Bin axê hêşîn hat qaruş û pirpar Dê rojek were em ê serkevin Ji binê vî barî emê der kevin Gel dadmendê em hemî tevin Dijberî zordar dij tarî ya şevin Gur, berx û mî gel hev biçêrin Baz û kevok jî gel hev bifirin Zarokên kurdan ê dî nemirin Wek kesên azad ewê bigerin S Mêrdînî 09.04.2022

ALA RENGÎN!

Resim
ALA RENGÎN!  Ala rengîn deng daye Sor û zera reng daye  Şîn û keska ceng daye Dil geş kirî beng daye Dilê dijmina teng daye Deng daye li nav êlan L' derya Wanê bi pêlan Bi awazên ji çar têlan Şewq daye li çar hêlan Dilê dijmina saw daye Bi pîroz û ala sê rengî Pêlan davêj bi çelengî Li ser ewê bûme bengî Şêrînek bi nav û dengî Dilê dijmina jan daye Hez kirina vê ala hanê Bal dikişîne vê cîhanê Li ser qonax û eywanê Wekî ewê bedew kanê Dilê dijmina sinc daye S Mêrdînî 30.04.2022

HEZAR LEHNET

Resim
HEZAR LEHNET..!? Ger bi kurdî xeber dî têne te wekî guran Dîlber xistin çi rewşê tev kavil û tev wêran Belê biratîya me eve  her wekî berx û guran Bûne das em jî dehlin ew dibirin gûlyê daran Ne wujdan û ne îman  talan kir milk û malî Bo me qet tune xebat  çi hat serê me li talî Ser û çavê me şikand rext û tiving li her alî Hezar lehnet li webe  hûn bûne wek decalî S Mêrdînî 01.05.2022