Kayıtlar

BI GORÎ ME!

Resim
Bİ GORÎ ME! Tu bi nirx û bi rûmetî, li birc û dîwana min. Li ser sîpanê xelatê, hildaye dildara min. Li ser çîyayê qerejdax, li Amed paytexta min. Li meydana şêxê kal, keskesor zer xana min. Li mahabat bi xêr hatî, Li qada çar çira min. Li Hewlêrê deng daye, narîn û nazdara min. Çiyayê kurmênc li dare, li zaxokê dildara min. Li koban heta qamişlo, li ser kela mêrdîna min. Li ûdî û cizîr liber baye, Li şaneşîn û birca min. Li dîwana mîr nav daye, bi gorî me ey cana min. S Mêrdînî 04.01.2022

EY FELEKÊ!

Resim
EY FELEKÊ! Ey felekê ey dinyayê, Taqet hew tê te nedayê. Bi nezanî çûme hebayê, Zulma li me dawî nayê. Kevneşopê me nemaye, Ne stran li dîwana maye. Ne pale û mêvan maye, Ne şivan û gavan maye. Kêf û xweşî ji bo mîran, Ji bo maldar û wezîran. Beg û axa ta zengînan, Êş û elem ji bo feqîran. Jiber wê ye min heware, Min fîxan û qêrîn û zare. Zordar timî dest bi dare, Li mazlûma zulm dibare. Feleka xayîn bê wefaye, Tîrek dijwar dilê'm daye. Cerg û hinav birîn maye, Ev ne mafe û ne rewaye. Felek çima li me bi kîne, Ji dil diçe wek şet xwîne. Min û dîlber jînek hebû, Hawir dora ew mînakbû. Ligel zarokan evîn hebû, Xewn û xeyalê me hebû. Ew xeyal firî çû ezmanî. Li welat mame perîşanî. Bûm sewî ye mal wêranî, Qîr û hewara'm diçe banî. Birîn kûre ji derbê çekan, Bi xemgînî ez van yekan. Hêsir ji çav nabe sekan, Wek kanîya bûye mekan. Erê felek zordar bi qestî, Çek û qirme timî di destî. Bi stemkarî bivî helwestî, Karê zulmê gîyaye hestî. Xwedê kesê sîxor dizane, Destek bişûr yêdin qûra

EFRÎNA BEDEW

EFRÎNA BEDEW. Yên ku te êşandin bila li her du cîhana rûyekî rihet nebînin, dê rû reş bibin efrîna bedew .... Bikene, bişirîne, bilîlîne da ku bi hezaran gul li rûyê te bibişkivin. Baxê gul û kulîlkan, evînê ji koma gula, berhev bike. Dê gul di kêf û evînê de bibişkivin efrîna delal .... Ger gul bûkik bide, dê evînê belav bike. Hûn bieşq lê binerin dê gul bi geş bibe. Bi geş bûna te, emê kêfxweş bibin, efrîna rengîn .... S Mêrdînî 09.02.2022

EFRÎN!

Resim
EFRÎN ...! Hêlek deşt û yek zozane Şivan bi coşe bilûrvane Colê mîha û pez reşane Xwe berdaye ser danane Bara bara kar û berxane Çinge çinga silê bêrîvane Şîr didoşin jîn didin jiyane Pêre difirin teyr li ezmane Efrîn bi ax û bi lata sore Xwe hil dide ber bi jore Deng dide li hawir dore Kela li ser dê bi bandore Koşk û eywan şaneşîne Zevî ji kûlîlka dixemlîne Xweş xuyaye wekî here Ka binêrin çi qas şêrîne Deşta amûkê cihek dûze Darê zeytûna serde qûze Em temaşekin li bedewê Bi hinar û zeytûn û gûze Çîyayê kurmênc gelî kûre Her tim lê tê bayê kûrre Jiyana wê gelekî xweşbû Warê pîroz bi xem û zûre Seyda Mêrdînî                 11.02.2022

YARÊ NABE!

Resim
YARÊ NABE! Bejina yarê ji spîn darê Zar hingivê gundê darê Êdî bes e te ez kuştim Bi vê totêl û xemxwerê Nabe nabe yar ê nabe Eşq û vîna te jibîr nabe Yarê derket ji mêrdînê Ez jibîr nakim te şêrînê Parsûyê min şikestîne Kes tuneye bicerbirînê Nabe nabe yar ê nabe Eşq û vîna te jibîr nabe Rindê derket ji nisêbînê Ji bîr nakim xemrevînê Dil û hinav tev bisotin Kes tuneye wan bitefînê Nabe nabe yar ê nabe Eşq û vîna te jibîr nabe Seyda Mêrdînî                11.02.2022

DIL JI MIN BIR

Resim
_/DIL JI MIN BIR\_ Delalê çend salî ye Stûyê te bi morî ye   Lingê te xir xalî ye Dil ji min bir delalê   Porê te yê bi xelekî Çavên te reş belekî Wek perîyan rindikî Dil ji min bir delalê  Dilê min dike nalîne Çavan hêsir barîne Laşê min bûye arîne Dil ji min bir delalê  Di van şevê reş tarî Min dikujî bi harî  Bi awirên teyî diyarî Dil ji min bir delalê Çira maçek te neda  J'min ingirî te bazda Dil û cergê mi bada Dil ji min bir delalê  Seyda mêrdînî 13//03//2020

KURDIM.

Resim
KURDIM Ez kî me ha ez kî me Kurdim kurdistanî me Divêt dewlet ava kim Bi deng û ez bi navkim Xwe bi gorî û fîdakim Ez Ala rengîn li bakim Ez zanim bar girane Çi bikim gel nezane Ezim li qad û meydan Rêberê egît û merdan Egîtek wek min nîne Wekî min kes nedîne Wek piling û wek şêrim Li hemberî sed mêrim Gava ez şûr dikşînim Ser ê dijmin difirînim Bû hewt hewta sîxoran Bûye şinge şinga şûran Çek û qirme li meydanê Dibarê wek tavê baranê Ez kurdistan felat kim Ji gelê xwe re xelat kim Bi destûra xweda be Dê welatê min ava be Her wekî hemî milet Ez bibim xwedî dewlet Ez biçim koma miletan Li gel hemû dewletan Ez bibim xwedîyê morê Li hemberî zulm û zorê Da ez nebim belengaz Ne pepûk û ne jî baz Ez kurdîstanê bi bûkkim Kurd li welat bi zavakim Seyda Mêrdînî 22.09.2021