DIL JI MIN BIR
_/DIL JI MIN BIR\_
Delalê çend salî ye
Stûyê te bi morî ye
Lingê te xir xalî ye
Dil ji min bir delalê
Porê te yê bi xelekî
Çavên te reş belekî
Wek perîyan rindikî
Dil ji min bir delalê
Dilê min dike nalîne
Çavan hêsir barîne
Laşê min bûye arîne
Dil ji min bir delalê
Di van şevê reş tarî
Min dikujî bi harî
Bi awirên teyî diyarî
Dil ji min bir delalê
Çira maçek te neda
J'min ingirî te bazda
Dil û cergê mi bada
Dil ji min bir delalê
Seyda mêrdînî
13//03//2020
Yorumlar
Yorum Gönder