Kayıtlar

KEÇIKA GUNDÎ

Resim
♡KEÇIKA KURDÎYE♡ Tu dîlberek herî bihaye Şêrîn û pir xweş hêjaye Keske sora li ser çiyaye Rohniya her du çavaye Dilê mi ji xwe re hildaye Pirsîm jê bersiv nedaye Awirek bi gul min daye  Xwestim jê, nav nedaye Gotin ew keçika kurdiye Gelkî bedew û lewendîye Bê sewda û bê xwedîye Kolanê kavil mi ew dîye Dema ku min ew ditîye Dilê min pir pê şewitîye Cerg û hinavê'm peritîye Pir ez pê bûme bendîye Nazik û şêrîn û bedewe Dike qebqeba mê kewe Herimand xeyal û xewe Birînê dilê mi dike kewe Eşq û evîna te  dilber ê Ar û pêt da bin ceger ê Dil berikê bê  mehder ê Hişê min her tim li serê Hişmendî ser nazenînê Ger nedemi carek tenê Maçek ji bin lêv û çenê Jîn û jiyan valaye l'dinê S mêrdînî 27,02,2021

DÎLBER

DÎLBER .... Eşq û evîna, dîlber diêşe, bi êş û jane, êşek wisa ye. Ev êş derdekî dile, ku kes nabîne, kes nabihîze. Her şev û roj, rondikên dil, di hinavê min de, dişewite êdî nagirî, girî tune dîlber .... Di kêliyên ku, kela girîyê min tê ji bo ku ez negirîm, diqîrim, hewar dikim, li berxwe didim, lê rondikên min, nasekinîn dîlber .... Dilê min bê gotin, ba û bahozên wiha diqelibin ew qas xwîn û elem, diherike dilê min, ez ditirsim, ez ditirsim dîlber .... Seyda Mêrdînî           12.02.2022

GUNDO GUNDO

Resim
GUNDO GUNDO! Ax li mino gundê mino Cîhê bi çûkanîya mino Tu qe naçî ji bîra mino Gundo gundo                   gundê mino Kûra jorî gundê mine Ew hesreta dilê mine Warê bav û kalê mine Gundo gundo                   gundê mino Çiyayê gund bi rez û tirî Kes li wan qet nahewirî Tev hişk bûne wekî mirî Gundo gundo                   gundê mino Cîhê bi simaq û behîva Bihayê wan bizêr û zîva Kes naçinin dibin pîva Gundo gundo                   gundê mino Pirin hejîr,pexêx û zebeş Mişmiş û xox û tirîye reş Nîsk û genim,kuncîyê reş Gundo gundo                    gundê mino Bi cûrên tirî, tims û mehûj Bê xwedî bûn darên gevûj Bax û baxçe, bîstan û werz Gundo gundo                    gundê mino Gundê me hawir bi dare Bi ne...

BIBÎ NERM

Resim
BIBÎ NERM! Ger tu bibî nerm,                tuyê bibî xwedî, baxçê û werzên,                der û dor bi sinc! Bibînî şûna gula,                ku lê hêşîn dibit, di ax û lat û erda,                hawir dor bi sinc! Bi çavên zende,                tê binêrî wa ku, çiqas av nizmik,                wê biçe rê da! Ger gava şûna,                ku av gihêştê, jîn kêf û seyran,                dê xweşî tê da! Ew kesên qûrre,                poz bilind be ew tucar nabe,                ji tu bin gehan! Kesên pesinda,                di şûna xwe da, her wekî gurên, ...

AX DÎLBER

AX DÎLBER. Şev û roj te çend caran ji min hez kir? Te çend caran bi neynikê li wêneyê min nerî? di xeyalên xwe de. Te çend caran li dengê min guhdarî kir? Ma tu, tucarî bi şev di xew de, şiyar bûyî? di rondikê çavên min de xeniqî? Dîlber !... Min şev û roj, gelek caran ji te hez kir. Min gelek caran maç kir û maç kir, wêneyên te, min danî ser sînga xwe. Min bi xeyalên xwe car caran li dengê te guhdarî kir. Min gelek şev derbas kir, ku ez xewnên te himbêz dikim. Min te her tim di nava xeyalên xwe de veşartî dîlber! S M 04.12.2021

DÎLBER

Dîlber .... Îro ji bo te girî yê min nayê veşartin, bi ser rûyê min de,  hêsir bi lez têne xwarê wekî çiyakî ji êş û elema bi ser birîna min dihelin, ê dî ez rojê sed carî zindî dimirim, hingî ez bêrî ya te dikim. Dîlber .... Di bin pergala ebrû yên çavên te, min destan nivîsandin, hevok û gotinên min bi rondikê çavê min, diherikîn li ser birînên min, êş û jan dide laşê min dîlber êş û jan dide laşê min...! Seyda Mêrdînî 05.12.2019

KURDİSTAN

Resim
___/KURDISTAN\___ Kurdistana bejin dirêj  Rabe ser xwe tu bibêj  Bake kurdê kerr û gêj  Şiyar bin ji xewa qirêj  Şiyar be zû bike xebat  Şerm bik ji halê welat Qîreqîra pir l'wîr dihat  Ji êvar de heta nimêj Kurdistana bejin kinik  Xwedî yê xirxala li nik  Gazî wan kurdê sivik Ji birîna pir xwîn dirêj  Xwîn d'canê min nema Zer bûme wekî şima  Sewt û dengê me nema Dijmin kuşt im bi tîrêj  Kurdistan maye bi nêvî Keç û xort wete bi hêvî Wek nêçîrvana bi kovî Xwîna dijmin ji tu birêj  Kurdno hişê xwe navêj  Ji xam û ciwana bibêj  Herin gel seyda bi bêj Doz li me ma ye dirêj  S Mêrdînî 19/10/2016