Kayıtlar

EZ NABÎNIM

Resim
  EZ NABÎNIM! Li biyanî yê ez dinalim Şopa welat ez digerim Min şev û roja heware Rêya lê ger ez nabînim Sîdarekê bîn veda bûm D'xeyalê dîlberê de bûm Xwe dîtim l'çiyayê mazî D'rêça Mêrdînê de bûm Min çav ji xewê vekirî Rondik ji çavê min derî Wek baran, xunava hûrî Bi xemgîn û qêrîn û girî Li hemberî min kalekî Ji min çend pirsa dikî Gote seyda yê Mêrdînî Bo çi ne kêf û xem dikî Lava ji bo te ya Xweda Dilovaniyê bike li seyda Dermanê wî li cem teye Jê dûr bike, kul û derda Rê,şopa welat nîşanke Wî ji biyanî yê xelaske Ji boy xatirê navê xwe Netewa kurd serfirazke S Mêrdînî 22/12/2020

GULA MİN

Resim
GULA MIN! Gula min gula bîn xweşe Keskesor zer li nav weşe Wê tim l'jor bibilind meşe Li gerdûn ê ew gula geşe Gula min bi reng ê tave Kemera zîv û zêr li nave Dilê'm xwar dem û gave Heval bend ronîya çave Gula min wek ala rengî Pêlan davêje bi çelengî Ser wê ez bûme bengî Lewend û bi nav dengî Gula xweşbêj û bedewe Şor xweşe dengê kewe Wek şîra tirîyê marzone Ew nayê bixeyal û xewe S Mêrdînî 22.12 2021

GER ROJEKÊ

GER ROJEKÊ .... Ger rojekê ku, deng û sewta min, li bajarê biyanîyê, bimire laşê min, bigirin bavêjin, cobar û gelî yên, çiyayê mazî wisa bihêlin. Ger gava ku hûn, bi xwazin laşê min, hilînin û hildin,  bibin Şemrexa rengîn, tabûtekê çêkin ji darên gûza, seyarekê bigirin, berê wê bidin, gundê kevnar kûra jorî, cîh û wargeha, bav û bapîran, dengê min bikin, ajovanekî seyarê, bi xemlînin sewta min, bi nîşanên seyarevanan, li ser dilê min, hesin, li ser hesin, heyv û stêrk, li ser heyv û stêrkan, ba û bahoz, li ser ba û bahozan, dengê avazên çiyan! S Mêrdînî. 06.12.2019

FELEK !

Resim
FELEK ! Payîze qaz û qûling, tev de çûn Pelên dara tev zer, dar tazî bûn Roj li me reş û tarî, wek şev bûn Derd û kul û xem û bextên felek Ger wek xezalê tu pir beza bî Ya wek sîya teyran tu li ba bî Dîsa dîsa xelasî ji bo te na bî Lewma bûme neçîrvan ê felek Şahî û şînên cîhanê deng dane Ji wan re nîne tim mayîn dane Wek kerengê hişk tu baş bizane Eve tiştên li ber ba yê ye felek Cîh nema ye em lê gerandin Per û baskê me tev şikandin Wekî erd hejê em hejandin Eve deng û dolabên felek Çûye payîz hatî ye zivistan Tev de mirîne bax û bistan Temen borî nayê ji destan Eve zagon û qanûna felek Wa hatin gundî ji deşt û zozan Ketine xwarê tev pelên daran Tev da bû li me pêtî û baran Eve mêrg û çîmenên felek Konê porê reş, min cuda kir Çadira pîr û kalî, min li dar kir Wek pişta merxê, min duta kir Deng û awaz û zingilên felek Wa nûbihara ciwanî tev çû Reng û bêhna kulîlka dandû Tev çilmisîn wek gula tî bû  Stûxwarin li ber warên felek Pertav qidûmê me nema ye Bar kirin ji bo me xwîya ye Hêvî

DÎMEN BÊQUSÛRE

Resim
DÎMEN BÊQUSÛRE! Dîlberek min heye gelek delale Xwezayek li sere şewq û şemale Dîmen bêqusûre wek kar xezale Zerî ya dev li kene şox û şepale Kezîyê wê dirêj wek reş marane Diranê lidev wek morî û mircane Heval bendeke bi rûh û cane Awirên wê mêrkuj kujer dizane Tîra eşqa wê laşê min kir birîn Dilê min guvaştî jê nehatî xwîn Eşqa dîlberê ji bo min bû mizgîn Rûyê min geşbû wek gula pelşîn Min bedew nedî ha bi vî rengî Bi vî navê şêrîn li dinê bi dengî Lewend û rindî tim wek çelengî Ez kirim sewda ez kirim bengî S Mêrdînî 16.12.2021

ROJA TE BI XÊR.

Resim
ROJA TE BI XÊR. Roja te bi xêr dîlberê, pîroz be li warê min. Li ser xan û banê min, li civat û eywanê min. Ser darê çiyayê mazî, tu hêz û taqet ta min. Tu bi dewlet û netewî, ronîya herdu çavê min. Tu bi nirx û bi rûmetî, li birc û dîwana min. Li ser sîpanê xelatê, hildaye dil dara min. Li ser çiyayê qerejdax li Amed paytexta min  Li meydana şêxê kal keskesor zer xana min. Li mahabat bi xêr hatî, li qada çar çira min. Li hewlerê deng daye, narîn û nazdara min Çiyayê kurmenc lidare, Li zaxo evîndara min. Ji koban heta qamişlo, li ser kela mêrdîna min. Cûdî w cizîr li ber baye li şaneşîn û birca min Li dîwana mîr nav daye ez b'gorî me cana min S Mêrdînî 17.12.2019

DÎLBERÊ DIHAT

Resim
DÎLBERÊ DIHAT .! Dîlberê dihat ji kanîyê Bala xwe dame zerîyê Bejin dirêj tay rihane Diran morî û mircane Zend û bend li hev hatî Sîng sedef sêvên xelatî Çav bikil ebrû bedewe Naz û rinde fena kewe Dev û lêvên hingivîne Kembera piştê zêrîne Nikarim pesnê wê bêjim Bi dîtina wê kerr û gêjim Bûme wekî jar û mestî Li gel dil bûme rawestî Ne li gund û ne li şaran Ne li sûk û ne li bajaran Derdê wilo bê dermane Dev nikare bîne zimane Tîr avêt nava milê min Cerg û hinav û dilê min Bûye jiyan ketî ye avan Find û çira roniya çavan   Bi hebînim ta ez hebim Bi parêzim ta zinde bim S mêrdînî. 17.12.2019