FELEK !
FELEK !
Payîze qaz û qûling, tev de çûn
Pelên dara tev zer, dar tazî bûn
Roj li me reş û tarî, wek şev bûn
Derd û kul û xem û bextên felek
Ger wek xezalê tu pir beza bî
Ya wek sîya teyran tu li ba bî
Dîsa dîsa xelasî ji bo te na bî
Lewma bûme neçîrvan ê felek
Şahî û şînên cîhanê deng dane
Ji wan re nîne tim mayîn dane
Wek kerengê hişk tu baş bizane
Eve tiştên li ber ba yê ye felek
Cîh nema ye em lê gerandin
Per û baskê me tev şikandin
Wekî erd hejê em hejandin
Eve deng û dolabên felek
Çûye payîz hatî ye zivistan
Tev de mirîne bax û bistan
Temen borî nayê ji destan
Eve zagon û qanûna felek
Wa hatin gundî ji deşt û zozan
Ketine xwarê tev pelên daran
Tev da bû li me pêtî û baran
Eve mêrg û çîmenên felek
Konê porê reş, min cuda kir
Çadira pîr û kalî, min li dar kir
Wek pişta merxê, min duta kir
Deng û awaz û zingilên felek
Wa nûbihara ciwanî tev çû
Reng û bêhna kulîlka dandû
Tev çilmisîn wek gula tî bû
Stûxwarin li ber warên felek
Pertav qidûmê me nema ye
Bar kirin ji bo me xwîya ye
Hêvî ya me her Xweda ye
Em ketin gêjgerîneka felek
Kihêla reş belek suwar bûm
Bi bextewar û şadûman bûm
Di talîya dawî ez pîr û kal bûm
Ezim li qad û kolanên felek
Ber û fêkîyên ji darên heyatê
Ku me anî ji bo sûk û mazatê
Êdî nema kesek bi ser de tê
Ez mame li firoş geha felek
Hatî ye li ser lêvên gurî
Temen borî na yê bîrî
Wek dixew da gurê pîrî
Hay tine ji tîr kevanê felek
Bi xem û kovan, kerr û gêjim
Rondik ji çavan xwîn dirêjim
Bê dengim her dem dibêjim
Ax û wax ji dest hêrsa felek
S mêrdînî, 27.12.2019
Yorumlar
Yorum Gönder