GER ROJEKÊ

GER ROJEKÊ ....


Ger rojekê ku,

deng û sewta min,

li bajarê biyanîyê,

bimire laşê min,

bigirin bavêjin,

cobar û gelî yên,

çiyayê mazî

wisa bihêlin.

Ger gava ku hûn,

bi xwazin laşê min,

hilînin û hildin, 

bibin Şemrexa rengîn,

tabûtekê çêkin

ji darên gûza,

seyarekê bigirin,

berê wê bidin,

gundê kevnar

kûra jorî,

cîh û wargeha,

bav û bapîran,

dengê min bikin,

ajovanekî seyarê,

bi xemlînin sewta min,

bi nîşanên seyarevanan,

li ser dilê min,

hesin, li ser hesin,

heyv û stêrk,

li ser heyv û stêrkan,

ba û bahoz,

li ser ba û bahozan,

dengê avazên çiyan!

S Mêrdînî. 06.12.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL