ROJA TE BI XÊR.
ROJA TE BI XÊR.
Roja te bi xêr dîlberê,
pîroz be li warê min.
Li ser xan û banê min,
li civat û eywanê min.
Ser darê çiyayê mazî,
tu hêz û taqet ta min.
Tu bi dewlet û netewî,
ronîya herdu çavê min.
Tu bi nirx û bi rûmetî,
li birc û dîwana min.
Li ser sîpanê xelatê,
hildaye dil dara min.
Li ser çiyayê qerejdax
li Amed paytexta min
Li meydana şêxê kal
keskesor zer xana min.
Li mahabat bi xêr hatî,
li qada çar çira min.
Li hewlerê deng daye,
narîn û nazdara min
Çiyayê kurmenc lidare,
Li zaxo evîndara min.
Ji koban heta qamişlo,
li ser kela mêrdîna min.
Cûdî w cizîr li ber baye
li şaneşîn û birca min
Li dîwana mîr nav daye
ez b'gorî me cana min
S Mêrdînî 17.12.2019
Yorumlar
Yorum Gönder