DÎMEN BÊQUSÛRE
DÎMEN BÊQUSÛRE!
Dîlberek min heye gelek delale
Xwezayek li sere şewq û şemale
Dîmen bêqusûre wek kar xezale
Zerî ya dev li kene şox û şepale
Kezîyê wê dirêj wek reş marane
Diranê lidev wek morî û mircane
Heval bendeke bi rûh û cane
Awirên wê mêrkuj kujer dizane
Tîra eşqa wê laşê min kir birîn
Dilê min guvaştî jê nehatî xwîn
Eşqa dîlberê ji bo min bû mizgîn
Rûyê min geşbû wek gula pelşîn
Min bedew nedî ha bi vî rengî
Bi vî navê şêrîn li dinê bi dengî
Lewend û rindî tim wek çelengî
Ez kirim sewda ez kirim bengî
S Mêrdînî 16.12.2021
Yorumlar
Yorum Gönder