EZ NABÎNIM
EZ NABÎNIM!
Li biyanî yê ez dinalim
Şopa welat ez digerim
Min şev û roja heware
Rêya lê ger ez nabînim
Sîdarekê bîn veda bûm
D'xeyalê dîlberê de bûm
Xwe dîtim l'çiyayê mazî
D'rêça Mêrdînê de bûm
Min çav ji xewê vekirî
Rondik ji çavê min derî
Wek baran, xunava hûrî
Bi xemgîn û qêrîn û girî
Li hemberî min kalekî
Ji min çend pirsa dikî
Gote seyda yê Mêrdînî
Bo çi ne kêf û xem dikî
Lava ji bo te ya Xweda
Dilovaniyê bike li seyda
Dermanê wî li cem teye
Jê dûr bike, kul û derda
Rê,şopa welat nîşanke
Wî ji biyanî yê xelaske
Ji boy xatirê navê xwe
Netewa kurd serfirazke
S Mêrdînî 22/12/2020
Yorumlar
Yorum Gönder