DÎLBERÊ DIHAT



DÎLBERÊ DIHAT .!


Dîlberê dihat ji kanîyê

Bala xwe dame zerîyê


Bejin dirêj tay rihane

Diran morî û mircane


Zend û bend li hev hatî

Sîng sedef sêvên xelatî


Çav bikil ebrû bedewe

Naz û rinde fena kewe


Dev û lêvên hingivîne

Kembera piştê zêrîne


Nikarim pesnê wê bêjim

Bi dîtina wê kerr û gêjim


Bûme wekî jar û mestî

Li gel dil bûme rawestî


Ne li gund û ne li şaran

Ne li sûk û ne li bajaran


Derdê wilo bê dermane

Dev nikare bîne zimane


Tîr avêt nava milê min

Cerg û hinav û dilê min


Bûye jiyan ketî ye avan

Find û çira roniya çavan

 

Bi hebînim ta ez hebim

Bi parêzim ta zinde bim


S mêrdînî. 17.12.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL