WELATO 1
1 Welato! bi kene, xwe bike ewrek, bila bibe evîn ji bo baranê ra. Welato! bi kene, xwe bike biharek, bila bibe ba ji bo dar û bera Welato! bi kene, xwe bike romanek bila bibe helbest, ji bo çîrokên perî Welato! bi kene, xwe bike hisretek bila bibe kulîlk ji bo evîn dara. Welato! bi kene, xwe bike agirpijek, bila bibe sedem, ji bo ketina neyara S Mêrdînî 30.09.21