BAXÇÊ GULAN
BAXÇÊ GULAN Bêhnek ji şahîya dilan, çûme nav baxçê gulan. Ser gulên keskesorî, fîxan û zarîna bilbilan. Gotim; bilbil çi heware, pir giran li ser te bare. Dengê te tim diçe banî, gazî û qêrîn, zare zare. Got; wawîk û gur û rovî, ewan biyanî yên bi kûvî. Pez kovîya min kedî bû, kovîya mi xwarin b'hovî. Min dî kalek bi gopal bû, ewî kul û xem li bal bû. Kalê nûraniyê bi qûwet, li ser xwe û berberî bû. Gotim; kalo bi xemgînî, derd û kul û bi axînî. Wek mi tu jî derd giranî, dil û cergê mi dihelînî. Got; axîna min ji dile, xemgînî ya mi bo gule. Rengê keskesor û zere, ne azade min dil kule. Ger bipirsî ew reng çîye, Gewdê b'xwîn û zevîye. Li gerdûnê ew navdare, bi xwîna sor, hêşîn bûye. Bê wê gerdûn tûj û tahle, lê digerim ne li male. Min jîn nîne bê wê vale, ji derdê wê bûme kale. Gulek wilo nayê gotin, b'zîv û zêra naye firotin. Ewe sebra cerg û dilî, bi wê hinav têne sotin. Bejna tay rihan zirave, kemera ji zêrîn li nave. Bê wê gerdûn reş û tarî, geş e wekî roj û tave. Ji d