Kayıtlar

BIHARA XWEŞ

Resim
BIHARA XWEŞ Kurdistana min şêrîne Cîh, warê min mêrdîne Warekê bi xoşewîst te Deşt û zozan û berrîne Bihara xweş bi rengîne Wargeh xwe di xemlîne Dar û ber tevde hêşîne Xox û mişmiş, hermîne Giya zer bû ye havîne Zozanên wê bi pezîne Bi şivan him bi bêrîne Hemî werz xwere tîne Xweza yek zer bibînin Darê wê pelk weşînin Her demekê lê nerînin Dem salan wê bibînin S mêrdînî. 30/0 1/21

EZ ÇIR Û FINDA BI GEŞIM

Resim
ÇIR Û FINDA BI GEŞIM Di tarîya şeva reş de, çir û finda bi geşim Laşêm tev bûye agirpij, û bi carek ez vêketim Min nema sebr û mecal, bi derd û kulê welatim Evîn welate belê ji ber, xayîn û bêbext ta ketim  J ber teva bûme koçber, him penaber û mişextim Ey xayîn ê bê rûmet, ji ber te ez bêtaqetim Ger ku pirsê li min bikî, tim bi xewn û xeyalim Şev û roj ez dinalînim, tim bi axîn û hesretim Ez bilbil im li ser gulim ji bona welat dixwînim Li welatê min kurdistan, ji dost û yara dûr ketim Digel welat tim dinalim, zirav bûm wek hîlalim Mil û baskê min şikestî, dinalim ez bê çarim Di hêtûna evîna derbasî, min yeqîn ez welatim Dawî ya emrê xwe da, bi qeyd û bê dewletim Seyda mêrdînî 11/1/20

TA MIRINÊ

Resim
TA MIRINÊ Ez şêr û egîdê rojava me Can gorîyê xaka xwe me Ez gernasê gelê xwe me Her demê ez li qada me Ez sozdarê gelê xwe me Ji bo kurdistanê gorî me Sar û bager min nexeme Ez şev û rojan li piya me Cengawer ê dil birîn im Kul û kesera di civîn im Li ser rêya dergevan im Tax û kolana şervan im Ez serbazê nava gunda me Bi eşq û evîn, serî hilda me Ez aştî xwaz û ez aramî me Ta mirinê pey doza xwe me S mêrdînî 10/01/18

GER TU KAL Û CIWAN BÎ

Resim
GER TU KAL Û                   CIWAN BΠ Ger tu kal û ciwan bî Yan tu beg û axa bî Feqîr û yan sultan bî Rojek l'gorê mêvan bî Ger mirin bê nîne çare Emel kar û va çû êvare Du lib ya bihuşt û nare Gor dojehe yan bihare Nexwendî nezanin em Mirinê dibînin her dem Guneh dikin em bêxem J xwedê em nakin şerm Kesên zana li vir kar kir Dinya ji xwer war ne kir Bi serfirazî ji vir bar kir Ka binerin me çi kar kir Dinya dilhişk stemkare Ne eybû şerm û hedare Gelek kesan re bû yare Ji bo me feqîra neyare  Bi pir kesan daye soz e Belê soza xwe kir toz e Kesî qet pê nekir hoz e Wê tim lime kir bahoze Dinya wek sîberka darî Tu li vir carî û li wir carî Jîn ligel te bû pêt û arî Qet rast nabe ew xwarî Gelek kesan te kir rûreş Te kir bê heş û serxweş Cîhê wargeh û bext reş Ji wan bir ye fêm û heş Ta çûn gora tarî û kûre Kirin hewar û zûre zûre Êrîş wan kir mar b'mûre Te ne dost û te ne yare S mêrdînî.17.12.20

ZALIM FELEKA BÊBAV!

Resim
ZALIM FELEKA BÊBAV! Hinek ji me kor nabîne Hinav li me kirin birîne  Jîyana wan ji mêj nîne Hemû li cîhanê bêcîne Ey zalim feleka  bê  bav Te kurd xist herrî û çirav Li gerdûnê mane bênav Koçberî b'êsîr û bêdirav Kesên bêkêr bûne rêber Kurdino l halê xwe biner Welat têk çûye bi yekser Xizanê  wê bi ku da her Spasî ji bo kurdê hişyar  Her dem li xebat û li kar Kes li wan nake guhdar Dil û cerg bûne xemdar Kesên hişyar bê tevgere Ji cîhan dest bûne sare Ez jî kurdekî yek ji wan Dikim qêr û him heware Heçî zana tevde kuştin Welat ji dijmin re hiştin Ji ber ku kurd bêpiştin Dil bi êş, bi kul û derdin Xayîn serhişk wek kevir Ew  timî dike  birre  birr Ger ku bi rastî yê nekir Li wan xin bi doxa bivir S mêrdînî  24/01/19

MÊRDÎN WAREK!

Resim
MÊRDÎN WAREK! Mêrdîn warek dîrokî ye Cîh bilind li serê çiya ye Muferrih û dor vekirî ye Di dirokê de nav dayî ye B çanda xwe pêş ketîye Mixabin îro bêxwedî ye B zar pir dewlemendîye Gelek ji me dubendî ye Halê me tev hesûdî ye Rindî nîne tev fesadî ye Jîyana me bi riswatî ye Azadî nîne xulamtî ye  Ya xwîn mija fîr'ewntî ye Belê cuda bûna me çîye Bes bimînin nezan û ker Ji bo em nemînin talî ye Gerdûn cîhek derewî ye Tama wê ji me re birî ye Me ji biratîyê dûr kirî ye J wê neyar l me hovî ye S mêrdînî. 01/02/20

MIROVÊN MAF NE NASÎ

Resim
MIROVÊN MAF                  NE NENASÎ Mirovên maf ne nasî Tu çiqas xerab û pîsî Ji kurd û kurdistan re Naçî l'ser text û kursî Kujerên bavik û kalan Mal û milk kirine talan Nabêjim ewî misilman Xayînin tevde bê îman Ew  xayîn in bê guman Wek gurê j pez re şivan Qirêj gemarê pir nezan Ji welatre bûne qurban Wan xwe firotin b'pera Jibo koşk cîgeh û sera Ne dost û yarin ji mera Xwelî l'serê wan bigera  Ez xwe tucar nafroşim Ne bê hiş im ne gêjim Xwedî rûmet însan im L'gel wan ez qe nabim S mêrdînî 31/01/20