ZALIM FELEKA BÊBAV!
ZALIM FELEKA BÊBAV!
Hinek ji me kor nabîne
Hinav li me kirin birîne
Jîyana wan ji mêj nîne
Hemû li cîhanê bêcîne
Ey zalim feleka bê bav
Te kurd xist herrî û çirav
Li gerdûnê mane bênav
Koçberî b'êsîr û bêdirav
Kesên bêkêr bûne rêber
Kurdino l halê xwe biner
Welat têk çûye bi yekser
Xizanê wê bi ku da her
Spasî ji bo kurdê hişyar
Her dem li xebat û li kar
Kes li wan nake guhdar
Dil û cerg bûne xemdar
Kesên hişyar bê tevgere
Ji cîhan dest bûne sare
Ez jî kurdekî yek ji wan
Dikim qêr û him heware
Heçî zana tevde kuştin
Welat ji dijmin re hiştin
Ji ber ku kurd bêpiştin
Dil bi êş, bi kul û derdin
Xayîn serhişk wek kevir
Ew timî dike birre birr
Ger ku bi rastî yê nekir
Li wan xin bi doxa bivir
S mêrdînî 24/01/19
Yorumlar
Yorum Gönder