MIROVÊN MAF NE NASÎ
MIROVÊN MAF
NE NENASÎ
Mirovên maf ne nasî
Tu çiqas xerab û pîsî
Ji kurd û kurdistan re
Naçî l'ser text û kursî
Kujerên bavik û kalan
Mal û milk kirine talan
Nabêjim ewî misilman
Xayînin tevde bê îman
Ew xayîn in bê guman
Wek gurê j pez re şivan
Qirêj gemarê pir nezan
Ji welatre bûne qurban
Wan xwe firotin b'pera
Jibo koşk cîgeh û sera
Ne dost û yarin ji mera
Xwelî l'serê wan bigera
Ez xwe tucar nafroşim
Ne bê hiş im ne gêjim
Xwedî rûmet însan im
Li gel wan ez qe nabim
S mêrdînî 31/01/2020
Yorumlar
Yorum Gönder