TA MIRINÊ
TA MIRINÊ
Ez şêr û egîdê rojava me
Can gorîyê xaka xwe me
Ez gernasê gelê xwe me
Her demê ez li qada me
Ez sozdarê gelê xwe me
Ji bo kurdistanê gorî me
Sar û bager min nexeme
Ez şev û rojan li piya me
Cengawer ê dil birîn im
Kul û kesera di civîn im
Li ser rêya dergevan im
Tax û kolana şervan im
Ez serbazê nava gunda me
Bi eşq û evîn, serî hilda me
Ez aştî xwaz û ez aramî me
Ta mirinê pey doza xwe me
S mêrdînî 10/01/18
Yorumlar
Yorum Gönder