EZ ÇIR Û FINDA BI GEŞIM
ÇIR Û FINDA BI GEŞIM
Di tarîya şeva reş de,
çir û finda bi geşim
Laşêm tev bûye agirpij,
û bi carek ez vêketim
Min nema sebr û mecal,
bi derd û kulê welatim
Evîn welate belê ji ber, xayîn û bêbext ta ketim
J ber teva bûme koçber, him penaber û mişextim
Ey xayîn ê bê rûmet,
ji ber te ez bêtaqetim
Ger ku pirsê li min bikî,
tim bi xewn û xeyalim
Şev û roj ez dinalînim,
tim bi axîn û hesretim
Ez bilbil im li ser gulim
ji bona welat dixwînim
Li welatê min kurdistan,
ji dost û yara dûr ketim
Digel welat tim dinalim,
zirav bûm wek hîlalim
Mil û baskê min şikestî,
dinalim ez bê çarim
Di hêtûna evîna derbasî,
min yeqîn ez welatim
Dawî ya emrê xwe da,
bi qeyd û bê dewletim
Seyda mêrdînî 11/1/20
Yorumlar
Yorum Gönder