MÊRDÎN WAREK!
MÊRDÎN WAREK!
Mêrdîn warek dîrokî ye
Cîh bilind li serê çiya ye
Muferrih û dor vekirî ye
Di dirokê de nav dayî ye
Bi çanda xwe pêş ketîye
Mixabin îro bêxwedî ye
Bi zar pir dewlemendîye
Gelek ji me dubendî ye
Halê me tev hesûdî ye
Rindî nîne tev fesadî ye
Jîyana me bi riswatî ye
Azadî nîne xulamtî ye
Ya xwîn mija fîr'ewntî ye
Belê cuda bûna me çîye
Bes bimînin nezan û ker
Ji bo em nemînin talî ye
Gerdûn cîhek derewî ye
Tama wê ji me re birî ye
Me ji biratîyê dûr kirî ye
J wê neyar l me hovî ye
S Mêrdînî 01/02/2020
Yorumlar
Yorum Gönder