GER TU KAL Û CIWAN BÎ
CIWAN BÎ
Ger tu kal û ciwan bî
Yan tu beg û axa bî
Feqîr û yan sultan bî
Rojek l'gorê mêvan bî
Ger mirin bê nîne çare
Emel kar û va çû êvare
Du lib ya bihuşt û nare
Gor dojehe yan bihare
Nexwendî nezanin em
Mirinê dibînin her dem
Guneh dikin em bêxem
J xwedê em nakin şerm
Kesên zana li vir kar kir
Dinya ji xwer war ne kir
Bi serfirazî ji vir bar kir
Ka binerin me çi kar kir
Dinya dilhişk stemkare
Ne eybû şerm û hedare
Gelek kesan re bû yare
Ji bo me feqîra neyare
Bi pir kesan daye soz e
Belê soza xwe kir toz e
Kesî qet pê nekir hoz e
Wê tim lime kir bahoze
Dinya wek sîberka darî
Tu li vir carî û li wir carî
Jîn ligel te bû pêt û arî
Qet rast nabe ew xwarî
Gelek kesan te kir rûreş
Te kir bê heş û serxweş
Cîhê wargeh û bext reş
Ji wan bir ye fêm û heş
Ta çûn gora tarî û kûre
Kirin hewar û zûre zûre
Êrîş wan kir mar b'mûre
Te ne dost û te ne yare
S mêrdînî.17.12.20
Yorumlar
Yorum Gönder