LI BER AVÊ GEŞT Û SEYRAN
Lİ BER AVÊ GEŞT Û SEYRAN Bejin dirêj wekî dehlan Fîstan ji rengê sorgulan Por bi hine berda milan Agir dixe ceger û dilan Kiras li ba pêlê deryan Bedewe ji hemî zerîyan Li ber avê geşt û seyran Ew delala wek horîyan Zerî rindê b'xeml û xêze Dew dikeyîn b'hiş û rêze Bi kêrhatî meşk himbêze Fîstan difûr berba dilêze Carek binêr hey dîlberê Li sîng birîna bi xincerê Were destan bide serê Dermanke êş û kederê Da bi hêz û rabim piyan Ligel te ez li dirb û riyan Gûr û geşbe hêviya jiyan Jîn li me boy nebe ziyan S Mêrdînî 26.03.2022