WESTÎYA ME ....
WESTÎYA ME .... Demên winda yî. Ez bi dengê çivîkekê bi xwe hesîyam. Aheng di guhê min de deng vedide, wek baran û xunava nîvê şevê dibare. Ez mişextî yê welatekî qedexe me. Ez vêga erd nîgariyeke ku helbesta wê hatiye qetilkirin. Her car bêhna mirinê tê. Ez êdî ji mirinê têr û westiya me. Î şev xewn, xeyalên min şikestin e. Çermê laşê min cuda ye, canê min di tengahiyê deye. Gelo ma mirov li erdê dişewite? Dema ku laşê min dişewite, laşê min sar e. Xebera peyvên zirav di tenêtiya min de belav dibe. Gelo kî dizane min di tariya şevê de Min çend qêrîn, hewar kiriye? Êdî guhên min nabihîzin. Canê min bi giraniya bûyîna dinê diperçiqe. Ew dawiya hemû rêyan bû. Dengek di hundurê min de derbas dibû. Digot: neçe bimîne, neçe bimîne! Bêdeng bûm, bêdeng kirim. Niha ziman lal e, guh kerr e, çav kor e, laş westiyayî ye! Seyda Mêrdînî 28//12//2017.