KEÇÊN KURDA ....

 KEÇÊN KURDA ....


Zeriyên kurda rindikin 

wek gul sosinên li çiya

Ewin ji dûrî ve diyar e 

wek nêrgizên nav giya


Keçên kurda her hebin 

sîma ji mêj ve xuya ye 

Çav reş û çav belekin 

rûcik sorin wek hinarin


Qîzên kurda serî tacin

bedew ên cîhan ewin

Şewqê şemalan ewin

rohnî ya lemba şevin


Dotên kurda bi hêzin 

wekî wan kesek nedî

ew jin xas û jin şêrin 

li dîlber dibin xwedî


Jinên kurda wek piling

li qada şer wekî şêrin

Ew lehengin gernasin 

şerin xasin ji xwe tê


rin


S Mêrdînî 29.12.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL