EY FELEKA XAYÎN ....
EY FELEKA XAYÎN.
Hezarê salan e
ev barê giran
Seyê me bûn e
hevalê guran
Dil û cergê me
bi dev û diran
Wan em xwarin
gel hirç û guran
Ey feleka xayîn
dewran bêwefa
Bextê me reşe
li gel êş û cefa
Şemal nemaye
find li me tefan
Dûpişk û maran
ser sîngê sefan
Jiber nezanîyê
ez mame bêyar
Min birîn kûrin
birîn pir xedar
Nav gur û keftar
ez mame bê çar
Sê netewê xerîb
ez kirime neçar
Niştîman dagir
li hev kirin par
Li me qedexeye,
bûye çand û zar
Ji ber ewê ye
me qîr û hewar
Di warê me da
me nakin sitar
Evî ya ne mafe
kotek û zor e
Xwedanê mirî
her timî kor e
Ser me ar û pêt
dûman li jor e
Serxet û binxet
tev xistin tor e
Me bang kir Îsa,
Muhemmed nebî
Qêrîn û zarîn e
hewar ya Rebbî
Ji bo me mafek
zagonek hebe
Qewmê Îbrahîm
da wenda nebe
Ser çok û secde
daxwaz ji yezdan
Azadke ya Rebb
Dîlber ji derdan
Seyda Mêrdînî
20//05//2020.
Yorumlar
Yorum Gönder