AWIR KUŞTIM ....


AWIR KUŞTIM ....


Gul perî ye yan meleke

Yan zerî ya çav beleke.

Xweda sebrê bide min,

Ji bona dil gumîn neke.


Zeriyê wilo min nedîbû, 

Gul perîya yekem ev e.

Şêw û sîma bê qisûrbû,

Ew ê li gel çav û dev e. 


Gerdena wê zêr û zîve,

Ti çav nikare jê bi rev e.

Raman û xewl û xeyal, 

Ew horî û ferîşte tev e.


Balkêşe bi rengê cuda,

Bi helbestên dike seda.

Tîr avête dilê min neda,

Dil û cerg jibo wê feda.


Awir kuştim birîn kirim,

Dil û hinav bi xwîn kirim.

Hewceyê bijîşkan kirim,

J'eşq û vîna wê dimirim.


Bûme bengî ser wê zerî,

Ew horîya xweş çelengî.

Dabû dinyê ronîya rojê,

Şewq û şemala bi rengî.


Ev ne xewn û ne xeyale, 

Li ser dîlber mame bengî.

Ji wê şewq û wê şemalê, 

Gerdûn bûye renga rengî.


S Mêrdînî 12.04.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL