JI XWE PIRSÎM ....
JI XWE PIRSÎM ....
J'xwe pirsîm got çima,
ez bendekî bê navim.
Ji ber ku dewlet nîne,
him bê roj û bê tavim.
Min dest vekir û di'a kir,
gotim ya Reb li vê dinê.
Dîl û bend li tuder nema,
bin dest mane em tenê.
Paşnavê me bi tirkî ye
nav û tevger bi erebî
Zimanê me qedexe ye
me ne bawere ya Rebî
Sê hirç li me hatin hev
êrîş kir wan wek gura
Netew kirin çar perçe
tev lî xwişk û tev bira
Ger em nebin netewek
li me xayin be ev felek
Dinya hemû dewletin
divêt ji bo me jî hêlek
Ji wan derda Şêx Seîd
Barzan û Riza Seyîd
Şêx maşûqê Xeznewî
bêeman kurdbûn şehîd
Xweda yê ez bi qûrban
ka meyzêne rewşa me
Em bindest û perîşan
lê xelk dixwe malê me
Em nikari bêjin bas e
tu her tiştê me dizanî
Ev koçberî û ev jeosîd
li me bo ye bargiranî
Jibo çi bextê me waye
bê xwendin û nezanin
Em bin dest û kolenin
ji ber wê ye em xizanin
Bindestî li dinê neman
bende mane em tenê
Zarokê me tev birçîne
bi hezîn bê kêf û kenê
S Mêrdînî 12/07/2022
Yorumlar
Yorum Gönder