Kayıtlar

AWIR KUŞTIM ....

Resim
AWIR KUŞTIM .... Gul perî ye yan meleke Yan zerî ya çav beleke. Xweda sebrê bide min, Ji bona dil gumîn neke. Zeriyê wilo min nedîbû,  Gul perîya yekem ev e. Şêw û sîma bê qisûrbû, Ew ê li gel çav û dev e.  Gerdena wê zêr û zîve, Ti çav nikare jê bi rev e. Raman û xewl û xeyal,  Ew horî û ferîşte tev e. Balkêşe bi rengê cuda, Bi helbestên dike seda. Tîr avête dilê min neda, Dil û cerg jibo wê feda. Awir kuştim birîn kirim, Dil û hinav bi xwîn kirim. Hewceyê bijîşkan kirim, J'eşq û vîna wê dimirim. Bûme bengî ser wê zerî, Ew horîya xweş çelengî. Dabû dinyê ronîya rojê, Şewq û şemala bi rengî. Ev ne xewn û ne xeyale,  Li ser dîlber mame bengî. Ji wê şewq û wê şemalê,  Gerdûn bûye renga rengî. S Mêrdînî 12.04.2019

JI XWE PIRSÎM ....

Resim
 JI XWE PIRSÎM .... J'xwe pirsîm got çima,  ez bendekî bê navim. Ji ber ku dewlet nîne,  him bê roj û bê tavim. Min dest vekir û di'a kir,  gotim ya Reb li vê dinê. Dîl û bend li tuder nema, bin dest mane em tenê. Paşnavê me bi tirkî ye nav û tevger bi erebî  Zimanê me qedexe ye  me ne bawere ya Rebî Sê hirç li me hatin hev êrîş kir wan wek gura Netew kirin çar perçe  tev lî xwişk û tev bira Ger em nebin netewek li me xayin be ev felek Dinya hemû dewletin  divêt ji bo me jî hêlek Ji wan derda Şêx Seîd  Barzan û Riza Seyîd Şêx maşûqê Xeznewî  bêeman kurdbûn şehîd Xweda yê ez bi qûrban ka meyzêne rewşa me Em bindest û perîşan  lê xelk dixwe malê me Em nikari bêjin bas e tu her tiştê me dizanî Ev koçberî û ev jeosîd  li me bo ye bargiranî Jibo çi bextê me waye bê xwendin û nezanin Em bin dest û kolenin ji ber wê ye em xizanin Bindestî li dinê neman  bende mane em tenê Zarokê me tev birçîne bi hezîn bê kêf û kenê S Mêrdînî 12/07/2022

EY FELEKA XAYÎN ....

Resim
 EY FELEKA XAYÎN. Hezarê salan e           ev barê giran Seyê me bûn e           hevalê guran Dil û cergê me            bi dev û diran Wan em xwarin            gel hirç û guran Ey feleka xayîn            dewran bêwefa Bextê me reşe            li gel êş û cefa Şemal nemaye            find li me tefan Dûpişk û maran            ser sîngê sefan Jiber nezanîyê           ez mame bêyar Min birîn kûrin            birîn pir xedar Nav gur û keftar            ez mame bê çar Sê netewê xerîb            ez kirime neçar Niştîman dagir            li hev kirin par Li me qedexeye,            bûye çand û zar Ji ber ewê ye            me qîr û hewar Di warê me da            me nakin sitar Evî ya ne mafe           kotek û zor e Xwedanê mirî            her timî kor e Ser me ar û pêt            dûman li jor e Serxet û binxet            tev xistin tor e Me bang kir Îsa,            Muhemmed nebî Qêrîn û zarîn e           hewar ya Rebbî Ji bo me mafek            zagonek hebe Qewmê Îbrahîm            da wenda neb

KEÇÊN KURDA ....

Resim
 KEÇÊN KURDA .... Zeriyên kurda rindikin  wek gul sosinên li çiya Ewin ji dûrî ve diyar e  wek nêrgizên nav giya Keçên kurda her hebin  sîma ji mêj ve xuya ye  Çav reş û çav belekin  rûcik sorin wek hinarin Qîzên kurda serî tacin bedew ên cîhan ewin Şewqê şemalan ewin rohnî ya lemba şevin Dotên kurda bi hêzin  wekî wan kesek nedî ew jin xas û jin şêrin  li dîlber dibin xwedî Jinên kurda wek piling li qada şer wekî şêrin Ew lehengin gernasin  şerin xasin ji xwe tê rin S Mêrdînî 29.12.2022

DÎLBERA MIN

Resim
DÎLBERA MIN. Dîlbera min wusa neke  Derd û kulê min veneke  Tu yê pirr li min bigerî Kes wek min jite hiznake Şox û şeng û rinda minî Li nav baxên gula minî Ger li vê dinê ez mirim Vir de şûnda tê bi mînî Dîlber ez û tu gel heva Bin sîberkê li rex heva Ez bi mirim te nebînim  Mê şînbin li kêleka heva  S.Mêrdînî, 26.07.2020

AX LI MİN

Resim
AX LI MİN Ax li min    Wax li min     Pirr giran e       Bar ê min Ka welatê min   Ka bajarê min     Ka gundê min       Ka warê min Ka rindê min   Ka findê min     Par ve kirin e       Welat ê min Ka dostê min   Ka hevalê min     Birine ji xwe re       Gotin nutqê min Dîlbera min   Di dest dijmin     Ez çawa bikim       Sedem pîsê min Neyar ê min   Dijminê min     Derd û kul be       Mala pîsê min Cî û warê min   Stendin ji min     Ji xwe re birin       Milk û malê min Me talan kirin   Me wêran kirin     Me koçber kirin       Ji hev dûr kirin  Li şûn warê min   Qe tine halê min     Xebat nagir in       Van milê min Ka nirxên me   Ka rûmetên me     Dijmin nab in       Bira yên me Evîn darên me   Bav û kalên me     Şer pez e nin       Hemû gelê me Seyda mêrdînî 23//03//2020,

ÇAR BIRA

Resim
ÇAR BIRA!  Çar bira tim digirîn, min pirsî gelo çira Kal û pîrê me kuştin, cîhan lime bû xira Dayika me jî kuştin,  gel bav û xuşk û bira Gotin li we fermane, em tev nizanin çira Ya Reb were rehmetê, em bêkes û bêxwedî Zulm û zora li ser me, li dinyê ti benda nedî Bê derfet û bê çarin  kes li me nabe xwedî Serê yara min jêkirin  vê sosreta kes nedî S Mêrdînî 14.04.2022