Kayıtlar

LI MIN KOM BÛNE ZALİM!

Resim
LI MIN KOM           BÛNE ZALIM Ez Niştîmana delalim Bi cobar û newalim Çîya û deşt û zozan Bi celeb û ber palim Şox û şeng û şepalim Keşkesor zer xirxalim Ez wargeha kurda me Jibo wan sebr û halim Bi teht û lat û zevî me Ez ciwan û sipehî me Rinda tev cîhanê me Bo kurda xwe malî me Bedew û çav xezalim Wek elend û şemalim Next û qelenê'm biha Ez nazenîn û delalim Lewend sîma kejalim Bi gul û kûlîlk û lalim Dîlbera bi dilovan im Ez dirûst û dil zelalim Ez siwarê bi kihêlim Bê şûr û bê mertalim Ez bilbil şalûlek hejar Bê per û bê çengalim Ez birîndar û bê palim Bi derd û kulê çar alim Li ber gûlên dijminan Bi zarezar û bi zevalim Ji derd kulê zordariyê Sêwî me li vê dinyayê Dijminan ez kuşti me Bi tanq û bi bimba yê Ne sax û kerr û lalim Bê azad tim dinalim Ez parçe parçe kirime Şev û rojan jîn tehlim Bê hedar û pertalim Bi nalîn û gal galim Wek kesên dayik mirî Bê xwedî û damalim Bi hêrsim bi xeyalim Ez li dîrokê celalim Destê min pir dirêje Bi xwedî sînor û alim Ji xema pîr û kal i

NISÊBÎN.

Resim
 _____//NISÊBÎN\\_____ Rindê bi baxê sorgula ye  Hêlîna bilbil û şalûla ye Sebra dilê keç û xorta ye  Nisêbîn cewherik biha ye Hene pez kovî û xezale  Cîh û warên bav û kale Ava spî şev û roj dinale Nisêbîn bi nêrgiz û lale Nazenîn û eşq û evîne  Xweş bihara bi rengîne Bi darber zevîyê zêrîne  Nisêbîn delalek şêrîne  Cîhek bi deng û bi nave Çem û robar û bi sûlave Mêrg û çîmen û delave  Nisêbîn bi dayik û bave  Rex qamişloka gulgulî Çiya derdor hev difitilî Şa'îrên wan deng bilbilî  Nisêbîn bi gazin û gillî Deng rindî şa'îrê hozan Bimeşine deşt û zazon Berevkin gul û nêrgizan  Belav kin li xort û qîzan Bêhn ji misk û emberan Ciwan tevbûn wek biran   Tevhev kir cîhana xopan  Soz dane wekî şer geran Seyda mêrdînî 10,03,2019

EZ BI ZAROKTÎ.

Resim
EZ BI ZAROKTÎ. Ez bi zaroktî, ez pir dilpak bûm. Ez dil nerm û ez dil germ bûm. Xort û ciwan, xulam kar bûm. Temen bû sîh ji kar sar bûm Ez mezin û ez can giran bûm. Wekî gêjan li hev geriya bûm. Bi tirs danê ez gurê har bûm. Bi kovan û nefis şikestî bûm. Wekî gewriya marê rast bûm. Bi nutq û peyva tarûmar bûm. S Mêrdînî 04.01.2020

EYA MELA ....

EYA MELA! Bê dengî tu bi vî rengî, li gerdûnê eya mela Bo te em qîr û heware, ji ber wê ye eya mela. Ger newêrî rastîyê bêjî, tu ji bo çiye eya mela?  Ji bo sûdê bêdeng dibî, li gel zalim eya mela. Me soz daye Rebê jorî, li dijî zulmê eya mela. Dîlber ê pir bi xemgîne, sedem tuyî eya mela. Qisawet bike ji axretê, mirin heye eya mela. Ji wê bigire hûn şîretê, dil paqij be eya mela. Tu jî wekî min diçî axê, li vê qonaxê eya mela. Tu bi xalî diçî ewê taxê, bi çîtik kefen eya mela. Dilgiran nebe te ro dûre, dûrî rastî yê eya mela.  Gor tarî ye teng û kûre, dûpişk û mar eya mela. Mişk û kurmik û kêzik, tên hicûmê eya mela. Ew dê canê we bixun, hev parvekin eya mela. Dibî xwarin jibo morî ya, gel dûpişkan eya mela. Çendê qîr û bi hewar bî, kesek nayê eya mela.  Hemî çûne ew bav û kal, dîlber nedîn eya mela.  Hûn bibin wek ava zelal, bo gunê wan eya mela. Ji bona tobe ne derenge, pir zûtir bike eya mela. Netewa kurd kirin dengî, di vê rêda eya mela. S Mêrdînî 22.12.2021

KEÇIKA GUNDÎ

Resim
♡KEÇIKA KURDÎYE♡ Tu dîlberek herî bihaye Şêrîn û pir xweş hêjaye Keske sora li ser çiyaye Rohniya her du çavaye Dilê mi ji xwe re hildaye Pirsîm jê bersiv nedaye Awirek bi gul min daye  Xwestim jê, nav nedaye Gotin ew keçika kurdiye Gelkî bedew û lewendîye Bê sewda û bê xwedîye Kolanê kavil mi ew dîye Dema ku min ew ditîye Dilê min pir pê şewitîye Cerg û hinavê'm peritîye Pir ez pê bûme bendîye Nazik û şêrîn û bedewe Dike qebqeba mê kewe Herimand xeyal û xewe Birînê dilê mi dike kewe Eşq û evîna te  dilber ê Ar û pêt da bin ceger ê Dil berikê bê  mehder ê Hişê min her tim li serê Hişmendî ser nazenînê Ger nedemi carek tenê Maçek ji bin lêv û çenê Jîn û jiyan valaye l'dinê S mêrdînî 27,02,2021

DÎLBER

DÎLBER .... Eşq û evîna, dîlber diêşe, bi êş û jane, êşek wisa ye. Ev êş derdekî dile, ku kes nabîne, kes nabihîze. Her şev û roj, rondikên dil, di hinavê min de, dişewite êdî nagirî, girî tune dîlber .... Di kêliyên ku, kela girîyê min tê ji bo ku ez negirîm, diqîrim, hewar dikim, li berxwe didim, lê rondikên min, nasekinîn dîlber .... Dilê min bê gotin, ba û bahozên wiha diqelibin ew qas xwîn û elem, diherike dilê min, ez ditirsim, ez ditirsim dîlber .... Seyda Mêrdînî           12.02.2022

GUNDO GUNDO

Resim
GUNDO GUNDO! Ax li mino gundê mino Cîhê bi çûkanîya mino Tu qe naçî ji bîra mino Gundo gundo                   gundê mino Kûra jorî gundê mine Ew hesreta dilê mine Warê bav û kalê mine Gundo gundo                   gundê mino Çiyayê gund bi rez û tirî Kes li wan qet nahewirî Tev hişk bûne wekî mirî Gundo gundo                   gundê mino Cîhê bi simaq û behîva Bihayê wan bizêr û zîva Kes naçinin dibin pîva Gundo gundo                   gundê mino Pirin hejîr,pexêx û zebeş Mişmiş û xox û tirîye reş Nîsk û genim,kuncîyê reş Gundo gundo                    gundê mino Bi cûrên tirî, tims û mehûj Bê xwedî bûn darên gevûj Bax û baxçe, bîstan û werz Gundo gundo                    gundê mino Gundê me hawir bi dare Bi newal û gelî û cobare Bi sarinc û bîrên kevnare Gundo gundo                   gundê mino  Bîrka jêrî ya kûra xwarê Bênvedan bin sîya darê Tu binêre li xeyalên berê Gundo gundo                   gundê mino  Avek sare wek ava kûze Ewqas şêrîn demkê bûze Kerîyê pez reşa dike toze Gun