LI MIN KOM BÛNE ZALİM!


LI MIN KOM

          BÛNE ZALIM


Ez Niştîmana delalim

Bi cobar û newalim

Çîya û deşt û zozan

Bi celeb û ber palim


Şox û şeng û şepalim

Keşkesor zer xirxalim

Ez wargeha kurda me

Jibo wan sebr û halim


Bi teht û lat û zevî me

Ez ciwan û sipehî me

Rinda tev cîhanê me

Bo kurda xwe malî me


Bedew û çav xezalim

Wek elend û şemalim

Next û qelenê'm biha

Ez nazenîn û delalim


Lewend sîma kejalim

Bi gul û kûlîlk û lalim

Dîlbera bi dilovan im

Ez dirûst û dil zelalim


Ez siwarê bi kihêlim

Bê şûr û bê mertalim

Ez bilbil şalûlek hejar

Bê per û bê çengalim


Ez birîndar û bê palim

Bi derd û kulê çar alim

Li ber gûlên dijminan

Bi zarezar û bi zevalim


Ji derd kulê zordariyê

Sêwî me li vê dinyayê

Dijminan ez kuşti me

Bi tanq û bi bimba yê


Ne sax û kerr û lalim

Bê azad tim dinalim

Ez parçe parçe kirime

Şev û rojan jîn tehlim


Bê hedar û pertalim

Bi nalîn û gal galim

Wek kesên dayik mirî

Bê xwedî û damalim


Bi hêrsim bi xeyalim

Ez li dîrokê celalim

Destê min pir dirêje

Bi xwedî sînor û alim


Ji xema pîr û kal im

Bi şapik û bi şalim

Li ser serê min şere

Li min kom bûne zalim


S Mêrdînî 05.03.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL