EYA MELA ....


EYA MELA!


Bê dengî tu bi vî rengî,

li gerdûnê eya mela

Bo te em qîr û heware,

ji ber wê ye eya mela.


Ger newêrî rastîyê bêjî,

tu ji bo çiye eya mela? 

Ji bo sûdê bêdeng dibî,

li gel zalim eya mela.


Me soz daye Rebê jorî,

li dijî zulmê eya mela.

Dîlber ê pir bi xemgîne,

sedem tuyî eya mela.


Qisawet bike ji axretê,

mirin heye eya mela.

Ji wê bigire hûn şîretê,

dil paqij be eya mela.


Tu jî wekî min diçî axê,

li vê qonaxê eya mela.

Tu bi xalî diçî ewê taxê,

bi çîtik kefen eya mela.


Dilgiran nebe te ro dûre,

dûrî rastî yê eya mela. 

Gor tarî ye teng û kûre,

dûpişk û mar eya mela.


Mişk û kurmik û kêzik,

tên hicûmê eya mela.

Ew dê canê we bixun,

hev parvekin eya mela.


Dibî xwarin jibo morî ya,

gel dûpişkan eya mela.

Çendê qîr û bi hewar bî,

kesek nayê eya mela. 


Hemî çûne ew bav û kal,

dîlber nedîn eya mela. 

Hûn bibin wek ava zelal,

bo gunê wan eya mela.


Ji bona tobe ne derenge,

pir zûtir bike eya mela.

Netewa kurd kirin dengî,

di vê rêda eya mela.


S Mêrdînî 22.12.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL