NISÊBÎN.


 _____//NISÊBÎN\\_____

Rindê bi baxê sorgula ye 

Hêlîna bilbil û şalûla ye

Sebra dilê keç û xorta ye 

Nisêbîn cewherik biha ye


Hene pez kovî û xezale 

Cîh û warên bav û kale

Ava spî şev û roj dinale

Nisêbîn bi nêrgiz û lale


Nazenîn û eşq û evîne 

Xweş bihara bi rengîne

Bi darber zevîyê zêrîne 

Nisêbîn delalek şêrîne 


Cîhek bi deng û bi nave

Çem û robar û bi sûlave

Mêrg û çîmen û delave 

Nisêbîn bi dayik û bave 


Rex qamişloka gulgulî

Çiya derdor hev difitilî

Şa'îrên wan deng bilbilî 

Nisêbîn bi gazin û gillî


Deng û sewt, bi awazan

Bimeşine deşt û zozan

Berevkin gul û nêrgizan 

Belav kin li xort û qîzan


Bêhn ji misk û emberan

Ciwan tevbûn wek biran  

Tevhev kir cîhana xopan 

Soz dane wekî şer geran


Seyda Mêrdînî 10,03,2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ