Kayıtlar

DIHERIKIN

DIHERIKIN! Eşkere ye ku roj bi mijarên hêvîyê diherikin, derd û kulê minî xemgîniyê ji min radikin, ligel şaşî û gunehan ve didin, li ser pêsîra min ve, ji kiftên reş xelas dike, lê hûn li rêyek digerin ku berbi tarîtiya zindanê ve diçe, û min bi tenê dihêle! Seyda Mêrdînî 20.12.2021
CAN GIRANÎ! Niha ez bê te bi tenê me, bi dilê xwe yê sermest û bêhiş, çi ecêb e ku ez bêyî te di gerdûna ku tu tê de yî dijîm. Ger ez destê xwe dirêj bikim, ez dizanim ku tuyê wî hişk bigirî, ger ez li çavên te binêrim, ez ê winda bibim. Ne hewce ye ku ez bibêjim ji te hez dikim, hûn dikarin di bêdengiya min de min fêm bikin! Lê tevî van hemû hejandinan jî, tu li min can giranî! S Mêrdînî 06.12.2021

EŞQA TE!

Resim
EŞQA TE. Eşqa dîlber ez xwarim wek pezreşa gur xwirî Jibo wê ez dîn û harim çavê'm bi hêsir û digirî Ev eşq wê min bikujî ger şa nebim bi welat Ez dê bibim pûç û rizî ger dîlber nebe felat Gêrik ketiye laşê min dil û hinavên min dira Hiş û mejî çûye ji min  malik li min bûye xira S Mêrdînî 13.12.2021

MELAYÊ LI GEL ZALIMAN.

Resim
MELAYÊ LIGEL             ZALIMAN Melayê ligel zaliman, çima çavê xwe digirî. Hûn jî wek minafiqan, hêla gelê xwe digirî. Xwedê nayê xapandin,  dadmendî jî her wiha. Heger tu ji dil mela bî,  li ser te dibe pirr biha. Kurd girtin kujer kirin,  we tev lê kir temaşe. Dilên we ne şewitî,  hûn jî jêra bûn maşe. Xapandin kurdê hejar,  kirin oldar û çep gîr. Hûn tev şirîkê kuştinê, divê ev ya were bîr. Zeriyê kurda revandin, eva tev bi dilê we bû. Sofîyê bê hiş û nezan,  li gel dewleta we bû. Kurdo em tev şiyarbin,  neyên lîstika neyar. Hov û zalim tev hevin,  her wekî dûpiş û mar.  S Mêrdînî 11.12.2021

KURDINO!

Resim
KURDINO ...! Kurdino rabin,            zeman tenge. Ar û pêt kete,           dil û cerge. Li ser welate,           şer û cenge. Xebata me,           tev bêdenge. Hov gula me,           çilmisandin. Bi ol û pergal,           em xapandin. Find û çira,           me tefandin. Li binê zilmê,            em civandin. Ji me gazin,           hemû kulfet. Der dora me,           gel û millet. Nêrîna hale me,           gelekî şerme. Ji ber wê em,           man bêdewlet. Ger bizarê xwe,           em bixwînin. Kurdewariyê,           bi cîh bînin Ger tovê jînê,           gel hev biçînin Wek netwan em,           jînê bibînin. Seyda mêrdînî           08.12.2019

KURMÊ DARE

Resim
KURMÊ DARE. Gerdûn l'me bi pêt û arî  Find û çira kurda xwarî Rojê me bûn şevên tarî Havîn bûye seqem sarî. Rewşa kurdan perîşane  Li bin zor û zehmetane Pev çûna li nava kurdan  Bi dest xayîn û sîxorane Tirş û tahlî ji kurmê dare Li welat reh çûne xware Giya tahl û dar zilindare Tu mecal nadin bihare Jahr dan nav kirin e ole L' me ziwakir çem û gole Serne ketin cehş û hove Dem bê emê hildin hole. S Mêrdînî 04.12.2021

DÎLBERA ŞÊRÎN

Resim
DÎLBERA ŞÊRÎN           Dîlber a şêrîn, ji xwe bihuşte.           Axek hêja ye, tije her tişte.           Parçe parçe ye, bê yar û doste.           Dilxwaz tune ye, maye bê pişte.          Welatek xweş e, her der bihuşte.           Hovan talan kir, tiştek nehişte.           Ji neçarî em, tev bûn biyanî.           Ji bo jîyanek, him gepek nanî.           Kurd li dijî hev, hov û neyare.           Bê kon û bê cîh, bê xan û ware.           Her bijî niştîman, kurdên hişyare.           Min dil bi kule, dil birîn dar e.           Seyda Mêrdînî, 09//11//2021