KURMÊ DARE
KURMÊ DARE.
Gerdûn l'me bi pêt û arî
Find û çira kurda xwarî
Rojê me bûn şevên tarî
Havîn bûye seqem sarî.
Rewşa kurdan perîşane
Li bin zor û zehmetane
Pev çûna li nava kurdan
Bi dest xayîn û sîxorane
Tirş û tahlî ji kurmê dare
Li welat reh çûne xware
Giya tahl û dar zilindare
Tu mecal nadin bihare
Jahr dan nav kirin e ole
L' me ziwakir çem û gole
Serne ketin cehş û hove
Dem bê emê hildin hole.
S Mêrdînî 04.12.2021
Yorumlar
Yorum Gönder