KURDINO!
KURDINO ...!
Kurdino rabin,
zeman tenge.
Ar û pêt kete,
dil û cerge.
Li ser welate,
şer û cenge.
Xebata me,
tev bêdenge.
Hov gula me,
çilmisandin.
Bi ol û pergal,
em xapandin.
Find û çira,
me tefandin.
Li binê zilmê,
em civandin.
Ji me gazin,
hemû kulfet.
Der dora me,
gel û millet.
Nêrîna hale me,
gelekî şerme.
Ji ber wê em,
man bêdewlet.
Ger bizarê xwe,
em bixwînin.
Kurdewariyê,
bi cîh bînin
Ger tovê jînê,
gel hev biçînin
Wek netwan em,
jînê bibînin.
Seyda mêrdînî
08.12.2019
Yorumlar
Yorum Gönder