MELAYÊ LI GEL ZALIMAN.



MELAYÊ LIGEL

            ZALIMAN


Melayê ligel zaliman,

çima çavê xwe digirî.

Hûn jî wek minafiqan,

hêla gelê xwe digirî.


Xwedê nayê xapandin, 

dadmendî jî her wiha.

Heger tu ji dil mela bî, 

li ser te dibe pirr biha.


Kurd girtin kujer kirin, 

we tev lê kir temaşe.

Dilên we ne şewitî, 

hûn jî jêra bûn maşe.


Xapandin kurdê hejar, 

kirin oldar û çep gîr.

Hûn tev şirîkê kuştinê,

divê ev ya were bîr.


Zeriyê kurda revandin,

eva tev bi dilê we bû.

Sofîyê bê hiş û nezan, 

li gel dewleta we bû.


Kurdo em tev şiyarbin, 

neyên lîstika neyar.

Hov û zalim tev hevin, 

her wekî dûpiş û mar. 


S Mêrdînî 11.12.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL