EŞQA TE!
EŞQA TE.
Eşqa dîlber ez xwarim
wek pezreşa gur xwirî
Jibo wê ez dîn û harim
çavê'm bi hêsir û digirî
Ev eşq wê min bikujî
ger şa nebim bi welat
Ez dê bibim pûç û rizî
ger dîlber nebe felat
Gêrik ketiye laşê min
dil û hinavên min dira
Hiş û mejî çûye ji min
malik li min bûye xira
S Mêrdînî 13.12.2021
Yorumlar
Yorum Gönder