CAN GIRANÎ!
Niha ez bê te
bi tenê me,
bi dilê xwe yê
sermest û bêhiş,
çi ecêb e
ku ez bêyî te
di gerdûna
ku tu tê de yî dijîm.
Ger ez destê xwe
dirêj bikim,
ez dizanim ku tuyê
wî hişk bigirî,
ger ez li çavên te
binêrim,
ez ê winda bibim.
Ne hewce ye
ku ez bibêjim
ji te hez dikim,
hûn dikarin
di bêdengiya min de
min fêm bikin!
Lê tevî van hemû
hejandinan jî,
tu li min can giranî!
S Mêrdînî 06.12.2021
Yorumlar
Yorum Gönder