DÎLBERA ŞÊRÎN
DÎLBERA ŞÊRÎN
Dîlber a şêrîn,
ji xwe bihuşte.
Axek hêja ye,
tije her tişte.
Parçe parçe ye,
bê yar û doste.
Dilxwaz tune ye,
maye bê pişte.
Welatek xweş e,
her der bihuşte.
Hovan talan kir,
tiştek nehişte.
Ji neçarî em,
tev bûn biyanî.
Ji bo jîyanek,
him gepek nanî.
Kurd li dijî hev,
hov û neyare.
Bê kon û bê cîh,
bê xan û ware.
Her bijî niştîman,
kurdên hişyare.
Min dil bi kule,
dil birîn dar e.
Seyda Mêrdînî,
09//11//2021
Yorumlar
Yorum Gönder