KEÇÊN KURDA ....
KEÇÊN KURDA .... Zeriyên kurda rindikin wek gul sosinên li çiya Ewin ji dûrî ve diyar e wek nêrgizên nav giya Keçên kurda her hebin sîma ji mêj ve xuya ye Çav reş û çav belekin rûcik sorin wek hinarin Qîzên kurda serî tacin bedew ên cîhan ewin Şewqê şemalan ewin rohnî ya lemba şevin Dotên kurda bi hêzin wekî wan kesek nedî ew jin xas û jin şêrin li dîlber dibin xwedî Jinên kurda wek piling li qada şer wekî şêrin Ew lehengin gernasin şerin xasin ji xwe tê rin S Mêrdînî 29.12.2022