Kayıtlar

Mayıs, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

BI HEZARAN ....

BI HEZARAN  .... Bi hezaran sal qedîyan Kurd dinav kulande man Kes bi êşa wan nizane Li Dermanê xwe gerîyan Dîl bûn di hefs û zîndan Ez li benda biryara wan Meşa min bo daw û dozê Ji bîrnakim biryara wan Elend avêt roj derket Ronî b'erd û ezman ket Min kar û barên xwe kir Fikr û raman tev derket Ew roj sibehek zelal bû Rojeke xweş biha bû Meşiyam dilgeş û şabûm Ji bo dîrokê amade bû Min dil kirbû wek pola Dest avêtim heyf û tola Wek lehengek Angola Ketim meydan û hola Dixwazim herim gel wan Birîna wan bikim derman Bibim melhem û kewan  Hênik bikim kezeba wan Dema min dî birîna wan Min mêzekir l'rengê wan Raman û helwestê wan Bûm evîndarê rêya wan Dixwazim şerkim bo wan Hilînim tola hezar salan Biçim hewar û gazya wan Dê rizgar kim welatê wan Zorî li sermeye her dem Çûm ba şît nebîyê adem Derbasî ba rûstemê zal Kurd dîl man in herdem Çûm ba nebî Nûh û îdrîsa Derbasî ba yehya û îsa Çûm ba zekerya û mûsa  Ketim nava dîrokan dîsa Ma ka Selahedînê eyûbî Şêx mehmûdê berzencî Çû...

PÎRÊ MIN ....

PÎRÊ MIN .... Çima bêxatir te koç kir Êş û jan li me şiyar kir Derd û kul te civandin Dil şerpeze û bêzar kir Çemê munzur bi xemgîne Ji şînê re wa xwe kar kir Dîsa l'dêrsim xemcivîyane Çarika reş bi xwe da kir Bilbil bi hewar û bi fîxane Ji keserê xwe winda kir Kulîlk weşya meha gulane Berê werza xwe cuda kir Wefata te ez hejandim Biyanî bi min dijwar kir Şev û roj b'mest digerim Ceger sota li min har kir Îro li Kurdistan tev şîne  Kul û keseran serî ra kir Erkek xerab li me anîne Çi bê şermî nik diyar kir Hevalê Fûat bi koça te Felek xayîn çima wakir Jîn kir wek tara bêjingê Hêvîya me tar û mar kir Pîrê min Fûat Dêrsimî Jîn û jiyan li me sar kir Evê koça malik şewat Barê xema li me bar kir Rehm û dilovan li ser te Pêvajoya delal xelat kir Sedhezar silav li gora te Hevalê Fûat te zû bar kir Seyda Mêrdînî                  15/05/2025

EM JI XELKÊ RE ....

EM JI XELKÊ RE .... Em ji xelkê re bostan in, Em ji xwe re çolistan in. Em ji xelkê re gulîstan in, Em ji xwe re goristan in. Em ji xelkê re devkût in, Em ji xwe re devşût in.  Em ji xelkê re xêrxwaz in, Em ji xwe re ne xêrwaz in. Em ji xelkê re xwe qij dik in, Em ji xwe re tev şer dik in. Em ji xelkê re şûr, mertal in, Em ji xwe re dergevan in. Em ji xelkê re stû xwar in, Em ji xwe re dûpişk, mar in.  Em ji xelkê re ceger sot in, Em ji xwe re welat firot in. Em ji xelkê re gayê nîr in, Em ji xwe re beg û mîr in. Em ji xelkê re dost û yar in, Em ji xwe re tîre mar in. Em ji xelkê re av û şîr in, Em ji xwe re rim û şûr in Em ji xelkê re pisik in, Em ji xwe re dûpişk in. Em ji xelkê re xerat in, Em ji xwe re malmîrat in. Em ji xelkê re sor û zer in, Em ji xwe re dinya der in.  Em ji xelkê re find û şemal in, Em ji xwe re dawdê şekal in. Em ji i xelkê re zîv û zêr in, Em ji i xwe re şêr û mêr in. Em ji xelkê re masî gir in, Em ji i xwe re kosî gir in. Em ji xelkê re cî û war...

ZIMANÊ KURDÎ ....

ZIMANÊ KURDÎ .... Pir bi rûmete Qedr û qîmete Wekî nîmette Zimanê kurdî. Rêz û rûmete  Şîr û şerbete Mîrê ser texte zimanê kurdî.  Gul û nesrîne Çendî şêrîn e Wek hingivîne Zimanê kurdî. Bi esl û bikoke Rind giroveroke Wek şimamoke Zimanê kurdî. Xweş gulistane Werz û bostane Wek baxê rezane Zimanê kurdî. Bi weş awaze Şêrîn û naze Wek gulnaze Zimanê kurdî. Dengê bilbilan Di bexçê gulan Dixwîne ji dilan Zimanê kurdî. Gelek zengîne Zîv û zêrîne bilbil dixwîne zimanê kurdî. Yê kal û pîran Mîr û wezîran  Jar û feqîran Zimanê kurdî. Ew li banî ye Hibra Xanî ye Wekî kanî ye zimanê kurdî. Seyda Mêrdînî 28.02.2023 ....

BI KURDÎ LÊKIN

BI KURDÎ LÊKIN Xwişkên hêja kurdî lêkin Gelê xwe bişavtin nekin Keko, bira bi kurdî lêkin  Ji zimanê xwe fedî nekin. Ziman bimire gel dimir e Bes e çavên xwe vek in Eyb û şermek pir giran e Li dinê ji xwere mêzek in. Ger ji ziman şermê bikî  Tu şerm dikî ji dê û bav Ev rewşek gelek xirabe  Ez nikarim lê bikim nav. Zarê xwe piçûk nebîne  Zimanê me pir mezin e Kurmanc, zaza û soran e Gelek zarava yên din e. Ew kesên bi esil zaden e Bi çand û zimanê xwen e Gernas û jin, mêr xasin  Girêdayî zimanê xwen e. Bi zimanê xwe diaxivin  Nivîs b'zarê xwe lêdikin Bi zimanê dapîrka xwe Pêşnûm û nexş çêdikin. Ew kurdê bi esilzade be  Timî li ser soza xwe be Kurdî xweş şêrîn li dev  Xwedan ê doza xwe be. Bi zarê xwe serbilind be  Netew, gel bi ziman dijî Bi vî zar û zimanê şêrînî  Bi şor û peyvên têr û tijî. Bi zimanê xwe nepeyvî Ligel malbat, bav û bira Bişavtin li benda me ye  Wê ne bixwe wek gura. Ya Rebbî me star bike  Rewş bûye wekî tofan ...

ZIMANÊ KURDÎ (2) ....

ZIMANÊ KURDÎ .... Pir bi rûmete Qedr û qîmete Wekî nîmette Zimanê kurdî. Rêz û rûmete  Şîr û şerbete Mîrê ser texte zimanê kurdî.  Gul û nesrîne Çendî şêrîn e Wek hingivîne Zimanê kurdî. Bi esl û bikoke Rind giroveroke Wek şimamoke Zimanê kurdî. Xweş gulistane Werz û bostane Wek baxê rezane Zimanê kurdî. Bi weş awaze Şêrîn û naze Wek gulnaze Zimanê kurdî. Dengê bilbilan Di bexçê gulan Dixwîne ji dilan Zimanê kurdî. Gelek zengîne Zîv û zêrîne  bilbil dixwîne  zimanê kurdî. Yê kal û pîran Mîr û wezîran  Jar û feqîran  Zimanê kurdî. Ew li banî ye Hibra Xanî ye Wekî kanî ye zimanê kurdî. Seyda Mêrdînî 28.02.2023 ....

ZIMANÊ ME (3)....

ZIMANÊ ME (1) .... Zimanê tune bê hevî ye  Wek cîhê tarî bê ronî ye Hemû zar ji hev cuda ye Kurdî pir dewlemendî ye. Zimanê me qedexe kir Wekî gurê nava pez kir Gelek ji me mişextî kir  Zimanê me bişavtî kir. Kurd bende ê bê zirarin  Dijminê wan pir dijwarin Bira bi bira kirye neyarin Ziman ji me pir dûr kirin. Keç û xortên me delalin Çavreşin wek kar xezalin Ji derdê xayîna dinalin Boy zimanê dayikê lalin. Ziman ê me ji Ayetê ye Hemû zar Xwedê daye Mixabin îro li me badaye Ziman rohnîya çavaye. Pêwîste ku em şiyar bin Ji hev dû ra em dilyar bin  Wekî yara evîn dar bin Ji zimanre tim dildar bin. Em pirsê bikin ji cîhanê Boy zulma li me kirinê Ji bîr nabe heta mirînê Zimanê bi laş û xwînê. Bê find û çira kes nabîne Rêya xelet qet baş nîne Hûn zanibin ka em kîne Zimanê me bi dil birîne. Kirin wek peza birr bide Wek gur û hirça hil dide Yek gur û yek hirç dibe Zimanê ji me dûr dibe. Kurdê xayîn wiha neke Gel neyar xwe qûre neke Wer vegere wisa neke Ziman ji xwe dûr neke...