BI KURDÎ LÊKIN

BI KURDÎ LÊKIN


Xwişkên hêja kurdî lêkin

Gelê xwe bişavtin nekin

Keko, bira bi kurdî lêkin 

Ji zimanê xwe fedî nekin.


Ziman bimire gel dimir e

Bes e çavên xwe vek in

Eyb û şermek pir giran e

Li dinê ji xwere mêzek in.


Ger ji ziman şermê bikî 

Tu şerm dikî ji dê û bav

Ev rewşek gelek xirabe 

Ez nikarim lê bikim nav.


Zarê xwe piçûk nebîne 

Zimanê me pir mezin e

Kurmanc, zaza û soran e

Gelek zarava yên din e.


Ew kesên bi esil zaden e

Bi çand û zimanê xwen e

Gernas û jin, mêr xasin 

Girêdayî zimanê xwen e.


Bi zimanê xwe diaxivin 

Nivîs b'zarê xwe lêdikin

Bi zimanê dapîrka xwe

Pêşnûm û nexş çêdikin.


Ew kurdê bi esilzade be 

Timî li ser soza xwe be

Kurdî xweş şêrîn li dev 

Xwedan ê doza xwe be.


Bi zarê xwe serbilind be 

Netew, gel bi ziman dijî

Bi vî zar û zimanê şêrînî 

Bi şor û peyvên têr û tijî.


Bi zimanê xwe nepeyvî

Ligel malbat, bav û bira

Bişavtin li benda me ye 

Wê ne bixwe wek gura.


Ya Rebbî me star bike 

Rewş bûye wekî tofan e

Yên ku rewşê fêm nak e 

Ji sedî sed ew nezan e.


Ji bona em bibin zanyar

Pêwîste em pir bixwînin

Netewên din em bibînin 

Ew çewan zar dihebînin.


Yan bi zikmakî bipeyv e

Yan jî mê bibin wenda?

Zimanê ku wenda bibe 

Êdî ew qet nabe peyda.


04.09.2020 Seyd Mêrdînî.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ