BI HEZARAN ....

BI HEZARAN  ....


Bi hezaran sal qedîyan

Kurd dinav kulande man

Kes bi êşa wan nizane

Li Dermanê xwe gerîyan


Dîl bûn di hefs û zîndan

Ez li benda biryara wan

Meşa min bo daw û dozê

Ji bîrnakim biryara wan


Elend avêt roj derket

Ronî b'erd û ezman ket

Min kar û barên xwe kir

Fikr û raman tev derket


Ew roj sibehek zelal bû

Rojeke xweş biha bû

Meşiyam dilgeş û şabûm

Ji bo dîrokê amade bû


Min dil kirbû wek pola

Dest avêtim heyf û tola

Wek lehengek Angola

Ketim meydan û hola


Dixwazim herim gel wan

Birîna wan bikim derman

Bibim melhem û kewan 

Hênik bikim kezeba wan


Dema min dî birîna wan

Min mêzekir l'rengê wan

Raman û helwestê wan

Bûm evîndarê rêya wan


Dixwazim şerkim bo wan

Hilînim tola hezar salan

Biçim hewar û gazya wan

Dê rizgar kim welatê wan


Zorî li sermeye her dem

Çûm ba şît nebîyê adem

Derbasî ba rûstemê zal

Kurd dîl man in herdem


Çûm ba nebî Nûh û îdrîsa

Derbasî ba yehya û îsa

Çûm ba zekerya û mûsa 

Ketim nava dîrokan dîsa


Ma ka Selahedînê eyûbî

Şêx mehmûdê berzencî

Çûm ba mihemedê qazî

Min dîroka xwe liba wî dî


Dîroka min gelek dirêje

Tev bi keder, derd û êşe

Seyda derdê kurda dibêje

Ne serxweşe nejî sergêje


Ez çûm wî geliyê zîlan

Geryam li nava goristan

Çûm meydana çarçiran

Qêrînam gihajtî ezman


Çûm ba kardox şerefxan

Got bipirse ji hor û mîtan

Mi xwe berda birca belek

Ez gihame mîr bedirxan


Ez çûm nik Ehmedê xanî

Min gotî dîroka min kanî

Got her ba şêx Se'îdê kal

Zû bipirse ji wî qehremanî


Min ji sêx Se'îd pirs kirî

Dil û cegerê min kul kirî

Got here cem seyid riza

Wî şîretek baş li min kirî


Ez çûm ba baba Barzanî

Min got dîroka me kanî

Got here qada baxdayê

Laşê leyla birîna kêranî


Ez hatime nava helepçe

Dilê min bû parçe parçe

Çûmê zîdana Amed tarî

Tev girêbend û kelepçe


Bazdam ser gelîyê agirî

Min pirsî ye ji îhsan nûrî

Daketim çemê qesaba

Ketim nav laşên bê serî


Vegeriyan şarê Bûrsayê

Ez çûm girava îmralîyê

Li nik serokê xwe Ocalan 

Êş û jan j'min tev rijîyayê


Dil dixwaze we bêj im

Ne sax im kerr û gêj im 

Xema xwe çewa bêj im

Digerim wek dîn û gêj im


Ez ditirsim û nikar im 

Qal û behsa we bik im

Vî barê gelekî giran

Çewa ji ser xwe rak im 


Tu xwedawenda rojhilat

Şewqa we daye welat

Wekî volqana li Ararat

Bi navê we roja şadî hat


Min feyz ji Serok hilan

Pê gelek daxuyanî dan

Bû derman ji gelê kurd

Pê rohnî bû Kurdistan


Derd û kulê'm bûn gelek

Rêberê kurdan nabin yek

Rebenim her tim dibêjim

Xem û keder tev bûn yek.


Seyda Mêrdînî

                    16/03/2025

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ