ZIMANÊ KURDÎ (2) ....

ZIMANÊ KURDÎ ....


Pir bi rûmete

Qedr û qîmete

Wekî nîmette

Zimanê kurdî.


Rêz û rûmete 

Şîr û şerbete

Mîrê ser texte

zimanê kurdî. 


Gul û nesrîne

Çendî şêrîn e

Wek hingivîne

Zimanê kurdî.


Bi esl û bikoke

Rind giroveroke

Wek şimamoke

Zimanê kurdî.


Xweş gulistane

Werz û bostane

Wek baxê rezane

Zimanê kurdî.


Bi weş awaze

Şêrîn û naze

Wek gulnaze

Zimanê kurdî.


Dengê bilbilan

Di bexçê gulan

Dixwîne ji dilan

Zimanê kurdî.


Gelek zengîne

Zîv û zêrîne 

bilbil dixwîne 

zimanê kurdî.


Yê kal û pîran

Mîr û wezîran 

Jar û feqîran 

Zimanê kurdî.


Ew li banî ye

Hibra Xanî ye

Wekî kanî ye

zimanê kurdî.


Seyda Mêrdînî

28.02.2023 ....

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ