PÎRÊ MIN ....

PÎRÊ MIN ....


Çima bêxatir te koç kir

Êş û jan li me şiyar kir

Derd û kul te civandin

Dil şerpeze û bêzar kir


Çemê munzur bi xemgîne

Ji şînê re wa xwe kar kir

Dîsa l'dêrsim xemcivîyane

Çarika reş bi xwe da kir


Bilbil bi hewar û bi fîxane

Ji keserê xwe winda kir

Kulîlk weşya meha gulane

Berê werza xwe cuda kir


Wefata te ez hejandim

Biyanî bi min dijwar kir

Şev û roj b'mest digerim

Ceger sota li min har kir


Îro li Kurdistan tev şîne 

Kul û keseran serî ra kir

Erkek xerab li me anîne

Çi bê şermî nik diyar kir


Hevalê Fûat bi koça te

Felek xayîn çima wakir

Jîn kir wek tara bêjingê

Hêvîya me tar û mar kir


Pîrê min Fûat Dêrsimî

Jîn û jiyan li me sar kir

Evê koça malik şewat

Barê xema li me bar kir


Rehm û dilovan li ser te

Pêvajoya delal xelat kir

Sedhezar silav li gora te

Hevalê Fûat te zû bar kir


Seyda Mêrdînî

                 15/05/2025

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ