ZIMANÊ ME (3)....

ZIMANÊ ME (1) ....


Zimanê tune bê hevî ye 

Wek cîhê tarî bê ronî ye

Hemû zar ji hev cuda ye

Kurdî pir dewlemendî ye.


Zimanê me qedexe kir

Wekî gurê nava pez kir

Gelek ji me mişextî kir 

Zimanê me bişavtî kir.


Kurd bende ê bê zirarin 

Dijminê wan pir dijwarin

Bira bi bira kirye neyarin

Ziman ji me pir dûr kirin.


Keç û xortên me delalin

Çavreşin wek kar xezalin

Ji derdê xayîna dinalin

Boy zimanê dayikê lalin.


Ziman ê me ji Ayetê ye

Hemû zar Xwedê daye

Mixabin îro li me badaye

Ziman rohnîya çavaye.


Pêwîste ku em şiyar bin

Ji hev dû ra em dilyar bin 

Wekî yara evîn dar bin

Ji zimanre tim dildar bin.


Em pirsê bikin ji cîhanê

Boy zulma li me kirinê

Ji bîr nabe heta mirînê

Zimanê bi laş û xwînê.


Bê find û çira kes nabîne

Rêya xelet qet baş nîne

Hûn zanibin ka em kîne

Zimanê me bi dil birîne.


Kirin wek peza birr bide

Wek gur û hirça hil dide

Yek gur û yek hirç dibe

Zimanê ji me dûr dibe.


Kurdê xayîn wiha neke

Gel neyar xwe qûre neke

Wer vegere wisa neke

Ziman ji xwe dûr neke.


Zirt û virekê nav civatî

Te jîn û jiyan kir kerratî

Berra dayî li kar xebatî

Ziman ji bo te diperpitî.


Xwenas ligel gelê xweye

Gerdûn ji kêre bê dawî ye

Rast xeberdan jî rastîye

Zimanê xwe bibe xwedîye


Dijminê me tim xedare

Ji bo ziman lime neyare

Em dibên sibe û êvare 

Ziman bi qîr û heware. 


Kurmê darê hûn gemarin 

Rex neyarin em nikarin

Şev û roja em xembarin

Boy zimanê xwe birîndarin.


Ez dibêjim van gotinan

Em hêsîrin li her deran

Ji me pir hene rêberan

Ziman di destê neyaran.


Çima ewqas tirsonekin

Hêvî dikim wisa nekin

Zû vegerin tobe bikin

Zimanê xwe li dar bixin.


Ez bawerim hûnê werin

Li pişt dijminan vegerin

Werin em bi hevra herin

Ziman bi xwera em bibin.


Ev rêya ha rast û reqe

Hatina te min mereqe

Ne bêje Seyda neheqe

Zimanê me biteq û reqe.


Dil bi şewat avek lêkin

Ber bime ve gavek werin

Carek dil li me ve bibin

Wê ziman bi cî,war bibin.


Ez bêparê gelê xwe me

Xembarê kirinê we me

Nexweşê ber mirinê me

Karkerê zimanê xwe me.


Zimanê xwe em dixwazin

Bê ziman em belengazin

Ji wilo em ne serfirazin

Zimanê me ji me gazin.


Tiştê wilo ez xemdarim

Gelek gotin ez nikarim

Boy ziman ez birîndarim

Bi zimanê xwe evîndarim.


Hêvî dikim demê baş bin

Kurd bi hevre wê aş bin

Hev himezkin dê bira bin

Wê bi zimanê xwe şa bin.


Seyda Mêrdînî.

                  13,04,2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ