Kayıtlar

Resim
ÇIZBIKIM !.... Dil wek ava zelal nebe Hiş û mejî gelhev nebe Zimanê dê li dev nebe Çibikim ji vê devkanî yê Dil wek şûşê xalî nebe Deriyê eşqê ger venebe Ger dil, ji dil kurdî nebe Çibikim ji vê kurdîtî yê Çendê mal û milkî hebe Ax û hebûn bi tezgehbe Di xizmeta netew nebe Çibikim ji vê netewî yê Zarê şêrîn di dev nebe Bi gorî û heyran nebe Wek feqîyê Teyran nebe Çibikim ji vê heyranî yê Eşqa Dîlber ji dil nebe Deriyê vînê ger venebe Zarê dijmin şorên tebe Çibikim ji vê ştexelî yê Ger kurdekî perwer nebî Gel zarê xwe bi kar nebî Ew zar der û hundir nebî Çibikim ji vê perwerî yê Tu dibî wek das û bivirî Reh ên dara xwe dibirî Dil wek liba zerdel û tirî Çibikim ji vê şêranî yê Ziman mirî kurd dimirî Xwe bi zarê biyan digirî Tu çilo kurdek dil kevirî Çibikim ji vê dil hişkî yê Zelal ava şerbik nebî Li kurdistan nasî nebî Wek Seydayê Kûrî nebî Çibikim ji vê seydatî yê S Mêrdînî 25.12.2022

SERÊ MIN XWARÊ

Resim
SERÊ MIN           XWARÊ! Perîyek min dî Çi xweş û rindî  Dil ji min birî Bê şerm û fedî Ji lêvên şekirî Dilê min vekirî Harû mestkirim Wê xwe dûr kirî Ronî wek çira Perî wer vira Ji hiş ve ketim Ji derd ê te ra  Bejin ji dehlê Binêrim li balê Lêvên ji lalê Mestim delalê Dil ji bo yar ê Evîn nû bar ê Li min bû arê Serê mi xwarê  Ji kurmê darê  Reh çûye xwarê Wek zilindarê Fêd nade biharê Qarûşek zol e Ziwa kir gol e Bi ser neketîye Ezê hildim tol e Seyda Mêrdînî 10//04//2021

EZ NIZANIM ÇI BÊJIM

Resim
EZ NIZANIM           ÇI BÊJIM Derdê û kulê me girane Kurdistan her der dinale Ji mere qe tune dermane Ez nizanim çi bêjim Derd û kulê bê dermane Ev çend salê li paş mane Li me hatiye axirê zemane Ez nizanim çi bêjim Derd û kulan dibe 'ecim Li dinyayê ez bê wecim Ne nexweşim ne jî qencim Ez nizanim çi bêjim Derd û kulê me nacebire Dil û hinav bûn xedare Seyda ji wan pir xemdare Ez nizanim çi bêjim Ji derdan re derd kêşim Şev û rojan ez li pêşim Herdem li nav jan û êşim Ez nizanim çi bêjim Şev û rojan ez dinalim Nexweşim ez bêhalim Ez feqîr û ez bê malim Ez nizanim çi bêjim Ketime nav kul û derdan Ji dest pîs û namerdan Ewê min têxin bine erdan Ez nizanim çi bêjim Di xerîbiyê de difetisim Belengazim û bê kesim Bê rûh û tim bê nefesim Ez nizanim çi bêjim Derd û kula ez hejandim Bi arê xwe qemirandim Şewta wê ez helandim Ez nizanim çi bêjim Lewitî me ji gemaran Tim bi qêrîn û hewaran Li me kirine barkî giran Ez nizanim çi bêjim Ez peritîm birîndar im Bê hekîm û cebar im Bê yar û bê ev

HÊVÎYA ME ....

Resim
HÊVÎYA ME ..!. Ger tîra eşqê kete dil, kes nikare jê bireve. Dibe wek mem û zîn, ligel eşq û evîn teve Wekî Xanî w Cizîrî, li gel batê w teyran. Dilê ligel evîn û vînê, gazin jê neke qûrban. Bi zarîn û bi hewar, tu wekî bilbilê şadî. Li ser evîndara lêke, ta tu bighêjî miradî. Bilbilê bi kêf û şadî, deng û awazê xweş. Tu dil pak û dil zelalî, bi rûyekî sîma û geş. Ev çend hezar sal in, Bextê me kurda reşe. Hêvîya me ma xweda, daxwaza me bi meşe. S Mêrdînî 07.10.2021

QESÎD E

Resim
_______/QESÎD E\______ KA WERIN HA KA WERIN Ka werin ha ka werin Hemû tev dost û yar Em pir bikin şîn û girî Bo şêx masûmê kubar.   Ka xuyê gotar û galgal ê Ew çû wargeha bihuşt ê Derd û kulan li me barkir Em hiştin di nav hisret ê.   Bi hisreta şêxê kubar e Dil û ceger kir pêt û ar e Ji ber nakin qet debar e Pir dibînin renc bi bar e.   Kanî şêxê dîwana zikir Di laşê me de birîn vekir Pir bûn di dil tîra kevan Dil û hinav tev hûrdikir.    Kanê kulîlka baxçê îrem Gihaştî ji me ku bû edem Dê em ji kê hewar bikin Teqdîr jî ji mêj de qelem. Navê rûmet û zî neseb Şêx Masûm ê enwerî Gul û rihana qelbû dil Nabe xwîya sîma perî. Husn û cemal bê mîsal e Qedr û qîmetê dê delal e Çeşmê sîyah gerden xefîf Naçe j'me raman û xeyal e.   Esl û fesil pir ji Şerîf e Gewhera dur û sedef e Şêx Masûmê kêl enber e Bûye metfûn pir telef e. Ew zanyarek ‘alî meqam Xwedî çand û pir hunerî Zî nîsbetê feyzê bîlal Ew meş’ela behrû berrî.   Derman ê derd û birînbû Pêşî û talîyên her ‘îllet ê Distîne bi çav bîn

BÎST Û YEKÊ ADAR Ê

Resim
BîST Û YEKÊ ADARÊ8 Bîst û yekê adarê hat, bo ciwanê gewr û boz Gelî kurdê niştîmanî, dikim cejna we pîroz. Î ro cejna me kurda ye, kawa nav danî Newroz De govendê ka li darxin, bikin dîlan û terp û toz. Li her derê em xuya bin, wek bayê pêşî bi bahoz. Nerm wekî şiva benav, hişk bin wekî dara gûz. Da ku neşkîn in katê, ba û bager û bahoz. Kawa çû qesra dehaq, jê stendî ye tol û doz. Bo me egît û xweşmêre, ser çiya di çeper û koz. Dest bidin hev bibin yek, bi hev re em bikin doz. Bi ceng û şer û bi xebat, şoreşgêr bi ceger û soz. Ser çiyayê sîpan û xelat, Dêrsim, Amed û zagroz. Guh nedin em li peyvê, mejî zingar û ker boz. Mafê xwe her bixwazin, bi tîr û kevanên rû boz. Emê ala xwe jorve hildin, ji niha ve em didin soz. Ewê her tim dê bi jor xin, xort û ciwanê wek moz. Emê rê ji bo we restkin, qad û hol tev bikin dûz. Li Qamişlo û mahabad, Hewlêr û Mêrdîn li poz. Em nahêlin hûn bimînin, di bin bar de bi pişt xûz. Nahêlin jar û dîl bibin, li dijî dijmina serî kûz. Hetanî ku hûn bigîhên, r

NEWROZ.....

Resim
NEWROZA ME 1 .... Newroza we pîroz be, li gelê kurd û kurdistan Bi hêviya serxwebûnê, ji bo kesen bin destan Em aza û serbest bijîn,  tevdê bend û rûhberan Însan tevî dadmendbin,  bibin wek pêxemberan Hemû rûhber azad bin, kurm û kêz,mûr û mara Biçûk û mezin gel cina, tevdê ajala tilûr û teyra Gul û nêrgiz dê geşbin  her der bibe gulistan Milet hemî dewlet bin  tevlî kurd û Kurdistan Dadmendî ya b'rastîbe wek Muhamed Qazîbe Her ferdek dê azad be  gelê kurd serbixwe be Ger ez mirim nebînim  biçim gorê û qebristan Werin ser gorê bibêjin  azad bûye Kurdistan Dê rûhê min şad bibe  li gel mizgînî ya pîroz Wesyeta min bîrnekin  bidin min danîn û soz Seyda Mêrdînî                     21.03.2018 NEWROZ 2 .... Lo dilo rabe bihar e Eman dilo çi sar e Dilo xew ma nebes e Newroz hate bihar e Bist û yekê adar e Nêrgiz û gula bihar e Ji bo xorta sitar e Newroz hate bihar e  Îro nabêjim dil jar e Hêvî ya me bihar e Mila hild agir dade Newroz hate bihar e Gul vebûn li warê me Çare dîtin ji derdê m