JI TE NEBÛN RAZÎ?
JI TE NEBÛN RAZÎ? Min Dîlbera xwe, di xew da dî Ew pir xemgîn bû, bi qîr û girî Rex wê rûniştim, çav bi hêsirî Min dî hin kesan, kefen dibirî Min kire qêrîn, hewar û gazî Xayîn felek tu j'me, çi dixwazî Bi erdhejê em kirin, belengazî Netewa Kurd ji te, nebûn razî Fermandarîya te, gelek xedare Hekîm û nûjdar, jêra nake çare Ez xew şîyarkim, şêx Se'îdê kal Dîlbera xwe bibime, bal rêbere Bêjim ey şêxê kal, tu bi Xwedê kî Melhem û niviştekê, ji mere çêkî Birînên Kurdistanê, tu derman kî Van derd û kederan, ji me dûr kî Şêxê min peyda nekir derman Destê'm sistbû ji erd û ezman Min go, ez ê xwe kujer bikim Go nabe nebûye tiştên wihan Seyda Mêrdînî 22.02.2023