JI TE NEBÛN RAZÎ?
JI TE NEBÛN RAZÎ?
Min Dîlbera xwe, di xew da dî
Ew pir xemgîn bû, bi qîr û girî
Rex wê rûniştim, çav bi hêsirî
Min dî hin kesan, kefen dibirî
Min kire qêrîn, hewar û gazî
Xayîn felek tu j'me, çi dixwazî
Bi erdhejê em kirin, belengazî
Netewa Kurd ji te, nebûn razî
Fermandarîya te, gelek xedare
Hekîm û nûjdar, jêra nake çare
Ez xew şîyarkim, şêx Se'îdê kal
Dîlbera xwe bibime, bal rêbere
Bêjim ey şêxê kal, tu bi Xwedê kî
Melhem û niviştekê, ji mere çêkî
Birînên Kurdistanê, tu derman kî
Van derd û kederan, ji me dûr kî
Şêxê min peyda nekir derman
Destê'm sistbû ji erd û ezman
Min go, ez ê xwe kujer bikim
Go nabe nebûye tiştên wihan
Seyda Mêrdînî 22.02.2023
Yorumlar
Yorum Gönder