LÊ DELALÊ 2 ....
LÊ DELALÊ 2....
Tu indeko, tu rihanî
Tu nêrgiz û tu sosinî
Şev û rojan bîra minê
Ber hilm û bîna minî
Tu kezeb û dil û canî
Gul kulîlkên biyanî
Tu dîlbera ber vî dilî
Hîv û stêrka ezmanî
Di xeyala lêv û deve
Tê xewna'm nîvê şeve
Ez xulamê bejn û balê
Min kes tune j'te pêve
Bejn dirêj mîna dehle
Li çayê mazî karxezale
Porê reşe gîhaştî şale
Xezala mi xwe da pale
Bihejîn e bejn û balê
Lê delalê ling xirxalê
Li ser te dît û harim
Dil j'min bir keça xalê
Ez mi bêjim tu nexeyda
Ramûsanek bide Seyda
Awirên te min di kuje
Bi evîna ez bûm Şeyda
Kêlika em bên ba heva
Binoşim mey ji wa lêva
Ji berê wê sîng mermerê
Dest here nav herdu sêva
Seyda Mêrdînî
04/08/2021
Yorumlar
Yorum Gönder