DELALA MINÎ ....
DELALA MINÎ
Delala minî
Çavreşa minî
Şekir hingivîn
Şêrîna minî
Tu termê minî
Jiyana minî
Di dilê min de
Gîyana minî
Evîna minî
Tu yara minî
Çiyayê mazî
Xezala minî
Hesreta minî
Hezkirîya minî
Xeyalê min de
Tu li cem minî
Rûkena minî
Por sora minî
Çavê min li rê
Tu ronîka minî
Rojîna minî
Hebûna minî
Di bala min de
Xelasî ya minî
Tu gula minî
Rihana minî
Tu indekoya
Ber bîna minî
Kulîlka minî
Binefşa minî
Li dora kûrê
Ber çavê minî
Seyda Mêrdînî
_/24/05/2020\_
Yorumlar
Yorum Gönder